30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejn li goristanê pîroz kirin

Malbatên 34 qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê Cejna Qurbanê li ser gorên zarokên xwe pêşwazî kirin.

Di 28’ê kanûna 2011’an de balafirên şer ên F-16 yên Tirkiyeyê li gundê Roboskiyê ya navçeya Qilebana Şirnexê bombe barandibûn. Di êrîşa hewayî de 19 jê zarok 34 welatiyên gundê Roboskî perçe perçe bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên qurbaniyên Roboskî ji ber Cejna Qurbanê çûn ser gorên zarokên xwe û cejnek din jî li ser goristanê pêşwazî kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gevera Colemêrgê jî serdana goristanên li taxên Orman û Bajêrge kir û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê ewilî serdana gora Suleyman Aksû yê ku di Komkujiya Pirsûsê de bi 33 hevalên xwe re hatibû kuştin kir û li ser gorê rêz girtin.