30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 dîlên filistînî ji girtîgehê reviyan

Girtiyên filistînî bi rêya kolana tûnelekê  ji girtîgeha Israîlê ya Celbû a nêzî bajarê Beysanê reviyan derveyî girtîgehê. Roja duşemê di seatên berbangê de 6 girtîyên filistînî ji girtîgehê reviyan.

Polîsên Israîlê bi alîkariya helîkopteran li herêmê li şopa wan girtiyan digerin û li gorî agahiyan ew her şeş girtî ji bajarê Cenîn in û dibe ku wan xwe gihandibin perava rojava.

5 girt endamên rêxistina Cîhada Islamî ne û yek ji wan jî ji rêveberên berê yê tevgera Fetih e. Li gorî malpera Wela ya Israîlê her şeş kesên ku ji girtîgehê reviyane cezayê heta hetayê li wan hatibûn birîn.

Li gorî rojnameya Haarts a Israîlê dirêjiya tûnela ku hatiye kolandîn bi dehan metreyane û devera ku tê de derketine derve tenê çend metreyan ji dîwarê derve yê girtîgehê dûr e. Her wiha niha hêzên Israîlê girtiyên mayî yên di wê girtîgehê de vediguhêzin girtîgehên din, ji ber ku metirsiya wan heye ku hin tûnelên din jî hatibin kolan.