30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD’ê malbatên sûriyeyî ji kampa Holê derdixe

Di çarçoveya hewldanên Meclisa Sûriye ya Demokratîk yên ji bo valakirina kampa Holê ji malbatên sûriyeyî, komeke ku 51 malbatan pêk dihat ji kampê hatin derxistin. MSD’ê ev koma ku ji derdora 200 kesî pêk dihat ji kampa Holê derxistin û birin Minbicê.

Beriya çend mehan dîsa di heman çarçoveyê de 67 malbatên ku ji derdora 260 kesan pêk dihat û piraniya wan ji Hesekê û Dêra Zorê bûn ji kampê hatibûn derxistin.

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di encamê de rêbveberiya kampa Holê heta niha 780 malbatên sûriyeyî ji kampê derxistine.  Bi zêdebûna kuştinên di nava vê kampê de û metirsiya ji tundiya jinên DAIŞ’ê yên rêxistinkirî , Meclisa Sûriye ya Demokratîk dest bi hewldanê kiriye ku xelkên sûriyeyî tevan ji vê kampê derxîne.