30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan sînor rakirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi taybetî li Îtalyayê eleqeyek mezin ji bo fikirên Rêber Apo heye. Bi nêzbûna salvegera komploya 9’ê Cotmehê ve azadîxwazên îtalî bi van çalakiyan hewl didin xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkevin

Di 9’ê Cotmaha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek dewlet û hêzên navdewletî Komploya Navdewletî hate destpêkirin. Komploya 9’ê Cotmehê di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo dawî derbasî qonaxek cûda bû. Hêzên pêşengiya komployê dikirin ji bo li herêmê berjewendiyên xwe biparêzên û têkdana hevsengiya heremê di çarçoveya komploya navdewletî de hewl didin Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî ji têkoşînê dûr bixin ango bêbandor bikin.

Di komploya navdewletî de li parzemîna Ewropayê Îtalya xwedî cihek girîng e. Ji ber ku piştî Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û şûn ve cara ewil çû Îtalyayê. Ji vî aliyî ve demokrat, sosyalîst, anarşîst, azadîxwaz, sendîqevan jî di nav de ji gelek beşên cûda ên civaka Îtalyayê ji roja ewil ve ji bo azadiya Rêber Apo di nava têkoşînek biwate de ne. Li gel vê gelek caran kampanya hatin destpêkirin û ji bo dawî li vê neheqiya li hemberî Rêber Apo pêk tê demildest bi dawî bibe xebatên xwe berfireh dikin. Bi taybet bi nêzbûna salvegera komploya 9’ê Cotmehê bi beşdariya gelek aliyên cûda xebatên girîng tên organîzekirin.

Di nava mehekê de ji bo balê bikşînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rêzekonser hatin lidarxistin. 20’ê tebaxa 2023’yan li Roma, 28’ê tebaxê li bajarê Brescia û herî dawî jî 13’ê îlonê de li bajarê Mîlano bi beşdariya hunermendên navdar konser pêk hatin.

Konsera Mîlano bi ser navê “Dema Hêviyê ye” pêk hat ji yên din cûdatir bû. Wergervan û edîtorê çapxaneya Pûnto Rûsso Roberto Mapellî ku gelek pirtûkên Rêber Apo wergerandina zimanê îtalî û çapkirine axivî. Mapellî diyar kir ku bandora fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wî gelek e û got ku wî ji wê boneyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine îtalî.

Hunermend û karîkaturîstê navdar Michele Rech ku bi navê Zerocalcare tê naskirin jî di bahsa xebatên xwe yên li ser pergala tecrîda li Îmraliyê kir. Zerocalcare diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re gelê kurd ji bo mirovahiyê şerekî bêeman da maşandin. Kurdên ku li ser fikir û ramanên Rêber Apo têdikoşin îro li ser erdnîgariya ku lê jiyan dikin tine têne hesibandin. Rêber Apo li dijî vê înkarê ji bo gelên bindest bûye hêviya jiyana azad. Lewma em bi van konserê bi navê “Dema Hêviyê ye” dixwazin hêviya vî gelî mezintir bikin û bigihînin azadiyê. Ev jî bi azadiya Rêber Apo dibe.

Hunermendên beşdarî konserê bûne jî stratnên li ser têkoşîn û azadiya Rêber Apo nivîsandine gotin. Beşdariya berfireh a ji van konseran, diyar dike ku fikir û ramanên Rêber Apo îro çiqas sînor derbaskirine û gihaştine bi milyonan kesî.

Li gel van konseran li bajarên cûda ên Îtalyayê di çarçoveya nîqaşên li ser paradîgmaya Rêber Apo de xebat tên meşandin. Bi beşdariya sedan xwendevan, siyasetvan, sendîqevan, rewşenbîr, karker û demokratan li zaningehê bajarê Alessandria gotubejek hate organîzekirin. Li vir kesên naskirî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo nerînên xwe anîn ziman. Beşdarên gotûbêjê di axaftinên xwe de bahsa girîngiya têkojîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di vê astê de fikrên Rêber Apo di nava gelan de nîqaşkirin, aşkera ye ku fikrên azadîxwaz, ji paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiyê ya Jinê tê ku çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re peyda dike. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li Îtalyayê eleqeyek mezin ji bo fikir û ramanên Rêber Apo heye. Bi nêzbûna salvegera komploya 9’ê Cotmehê ve azadîxwazên îtalî bi van çalakiyan hewl didin xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkevin.