11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Afirîneriya jinan a heyamên azadiyê

Adar Şaman

Li bakurê Kurdistanê jinên kurd, bi awayekî jixwebawer gavên mezin ên ji nû ve xwe bi rêxistinkirina jin û parastina nirxên neteweyî diavêjin. Dê ev gav bi xwe re hêviyan mezin û mayînde bike. Ew derfetên jinan dê qada siyaseta jinan fireh bike, hevsengiyên di navbera mêr/desthilatdariyê de ku li ser hîmê manîpulasiyonê ava bûne, ji hev bide veşiklandin.
Derketina jinan a ser dika siyasetê, wê bi xwe re nakokî /lêgerînên rasteqîn derxe holê. Daketina jinan a qadên mitîngan, heyîna xwe ya di nava siyaseta demokratîk de qayîm dike.

Jin li ber pergala ‘jinkujiyê’ radibin

Tevgera Jinên Azad (TJA), zend û bendên xwe ji bo amadekariya mitînga ku dê di asta herêmê de bê lidarxistin, bada. Jinan li Amedê starta mitînga ku dê di 16’ê cotmehê de bi dirûşmeya ‘Em li dijî qirkirina jinan, ber bi azadiyê ve dimeşin”, “Êdî bes e ji nijadperestî, zayenperestiyê re”, “Dem dema azadiya jinan e” ji bo raya giştî, ragihand. Ev her sê sermijarên ku binê wan hatine xêzkirin, her yek ji ya din girîngtir e. Êdî divê bê zanîn ku jin, naxwazin di pergaleke zayendperest, ‘jinkujî’ lê heye û nijadperest de ku rê nade hestên azadiyê têde biherikin bijîn. Jin li hemberî vê pergala xwînmij, kedxwar radibin. Êdî wer lê hatiye ku zayendparêzî/nijadparêzî di mejiyê civakê de nemaze jî di hişê ciwanan de bi rêya qaşo şêwazên ‘perwerdeya dewletê’ tê meyandin.

Jin lê nexasim jî jinên kurd li hember şaristaniya desthilatdar nakokiyên kûr dijîn; ji ber wê ji siyaseta serwer bi guman in. Baweriya wan bi zihniyeta vê pergalê nayê. Nakokî mirov ber bi lêpirsînên rastiyên tarîxî ve dibe. Heyanî ku rabirdûya beriya bi hezarên salan di lêpirsîne re neyê derbaskirin, kêmasî, têkçûn û şaşîtî neyên dîtin, her wiha dê rastî jî li cihê xwe rûnenê. Li cihê rastiyan, nerastî lê hatine bicihkirin. Lêpirsîn, zanebûna bîra merîv zindî dihêle. Jin, bi lêpirsînê dikarin rastiyê bibînin û bi ser kêmasî, tekçûyînên xwe yên di dîrokê de qewimîne, herin. Loma her hevdîtineke jinan a bi hev re; her kombûneke jinan a hatina gel hev, dilopek ji têkoşîn û şerê jinan ê azadiyê ye…

Jin ji saziyên xwe hêzê digirin

Hema wisa ji xwe ve nehatiye gotin ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. Karekterên hinek heyaman bi taybetmendiyên xwe yên li pêşîn ve tên naskirin. Di sedsala 21’ê de karektera têkoşînê ya aîdê jinan xwe dide pêş. Jinan mifteya efsûnî bi dest xistine ku sira azadiyê vedibêje! Karektera têkoşîna vê sedsalê, ji bo ku jin bigihêjin armanca xwe ya civaka azad û rêhevaltiya mezin a bi jinan re, gavên wêrek pêwist in. Mezinkirina rêhevaltiya jinan, çawa ku çavkaniya xwe ji dîroke digire; tê xwestin ku ev hevalbendiya jinan di vê dema me ya îro de jî veguhere hevhembêzkirineke cîhanî. Divê di rêveberiya jinan de hevsengiyeke hevbeş a dabeşkirina xebatan xwe bi sazî bike. Bê guman kar-xebatên takekesî yên heyî erênî û cihê kêfxweşiyê ne; lê ya tê xwestin divê xebat bi prensîbên şêwaza avaniya sazîbûyînê bêne birêkûpêkkirin. Rêxistinkirina pergala jinan, dê rê li ber veguhertina civakî ya hizirandinê veke. Tişta ku jin hêzê jê digirin, saziyên aîdê wan bi xwe ne. Ji ber wê girîng e ku saziyên jinan ên civakî, (perwerde, zanist, çandî û werzîşe) li her gund, bajar, tax û kolanan bêne vekirin û yên heyî jî bêne parastin.

Jinên kurd li bakurê welêt, her kêliya jiyanê bi çalakiyên cihê rengîn rojeva siyasetê diyar dikin. Rojeva siyaseta bakurê Kurdistanê ya hêzên demokratîk û civakî bi saya têkoşîn, hewldanên jinan rêngê xwe aşkera dike. Jin ji bo pêşî li demokrasiya radîkal bê vekirin, bi fedakariyên mezin radibin û barê demên herî zor û zehmet hildigirin ser milê xwe! Di siyasetê de her wiha di têkoşînê de rîsk hertim para jinan e. Jin ne amûreke eziyetkişandina tevahî qeyranên ji bermahiyên hizirandina bav-mêr-dewlet-desthilatdariyê ne ku li beramberî her qirêjiyê tehemûl bike.

‘Dem dema azadiya jinan e’

TJA, dê têvî sazî, komele, partiyên siyasî di 16’ê cotmehê de, li meydana stasyon ya Amedê li dijî zimanê zayendperest, nijadperest; bi mitîngeke li hemberî hişmendiya navêndî ya desthilatdariyê li qada serhildanê be. Wê di vê mitîngê de; armanc û hedefên li pêş têkoşîna jinan bên aşkerakirin. Wê qanûnên ‘kujerên’ jinan diparêzin, bên protestokirin, destwerdanên dijî bedena jinan, siyaseta antîdemokratîk a ku xwe li ser hemû kesan mutlaq-ferz kiriye be îfşakirin, biryara ‘dê jinên kurd serî li hember êrîşan netewînîn’, ‘dem dema azadiya jinan e’ dubare bê destnîşankirin û alternatîfa şêweyên xebatên nû dê werin rêzkirin.

Bi kêmanî dikare bê gotin ku jinên kurd, ji hêla têkoşîna polîtîk a neteweyî ve du gavan li pêş partiyên siyasî yên kurd dimeşin… Jinên kurd hem têkoşîna zayendî, azadiya jinan bi rê ve dibin hem ji hêla din ve jî bi pêşengiya berxwedana rizgariya neteweyî radibin. Çareseriya doza kurd, bi çareserkirina pirsgirekên jinan û sazkirina jiyana alternatîf pêkan e. Ji bo afirandina demên azadiyê jin dadikevin qadan; xuya ye ku derba dawî jin dê li vê rejîma faşîst bixin! Ev taybetmendî ji xisleta jinên şoreşger û çalakvan tê.