27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Mûnzûrê: Serê xwe netewîne

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên xwe yên wargehê, li pêş xwaringeha zanîngehê kom bûn û daxuyanî dan. Xwendekaran di çalakiyê de dirûşmeyên “Serê xwe netewîne li mafên xwe xwedî derkeve”, “Bêdeng nebe, tu bêdeng bibî wê dor were te” û “Mûnzûr ranezê xwedî li xwendekarên xwe derkeve” berz kirin. Li ser navê xwendekaran Damla Çinar daxuyanî da. Çinar, diyar kir ku xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê jî pirsgirêka bi cih nebûnê dijîn û ji ber li wargehan cih tune xwendekar bi lez û bez hatin derxistin. Çinar, da zanîn ku bi kontenjanên nû yên li zanîngehan hatin vekirin wê pirsgirêka bi cih bûnê zêdetir bibe û wiha got: “Em bang li rektoriyê dikin ku ji bo mafên bingehîn yê perwerdehiyê bikeve nava hewldanan. Em bang li gelê Dersimê jî dikin ku xwedî li xwendekaran derkevin û piştevaniya wan bikin.”

Xwendekaran piştî daxuyanî dan,  bi dirûşm û çepikan ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. Xwendekarên gihiştin ber avahiya rektoriyê dirûşmeya ‘Rektor derkeve derve, xwendekar li vir in” berz kirin. Xwendekar li pêş rektoriyê rûniştin û piştî ku rektor bersîv neda wan, berê xwe dan deriyê rektoriyê. Polîs û ewlekarên taybet pêşî li xwendekaran girtin. Li ser vê yekê xwendekaran anîn ziman ku heta bi rektor Ubeyde Îpek re neaxivin ji pêş avahiyê venaqetin. Rektor xwest bi çend xwendekaran re li odeya xwe hevdîtinê bike lê xwendekaran ev qebûl nekir û dirûşmeya “An bi hev re an jî tu kes ji me” berz kirin. Pişt re rektor Îpek daxwaza xwendekaran qebûl kir û hat ber derî.

Îpek ê derbarê pirsgirêka bi cih nebûna xwendekaran tu pêşniyarên çareseriyê nekirin û piştî xwendekaran bertek nîşan da axaftina xwe birî û derket odeya xwe. Xwendekaran bi çepikan dirûşmeya “rektor îstîfa” berz kirin û ji avahiyê veqetiyan.