26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên Şandeya HDP’yê yên li Başûr

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul li Başûrê Kurdistanê ye.

Şande duh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Cîgirê Hevserokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî kiribû.

Şandeya HDP’yê îro serdana Hevserokê Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di civîna herdu aliyan de behsa rewşa Iraq, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatine kirin.

Li gor agahiyan YNK’ê di civînê de bal kişandiye ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdan û hevsengiya zêdetir a navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.