26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê her roj gûrtir dibe

Îsal coş û kelecana Newrozê zû destpê kir û ev çend roj in agirê Newrozê hatiye pêxistin û agirê Newrozê roj bi roj gûrtir dibe.

Li bakurê Kurdistanê agirê yekem ê Newrozê li Amedê pêket û piştre jî li Stenbolê Dayikên Aştiyê li Stenbolê agir pêxistin û li dora agir govend gerandin. Her wiha penaberên Mexmûrê ku ji cih û warê xwe hatine dûrxistin bersiv dan hatina biharê û wan jî li Mexmûrê agir pêxistin.

Xelfetî hat dorpêçkirin

Li aliyekî her roj li deverekê agirê Newrozê tê pêxistin û li aliyê din jî amadekariyên Newrozê dewam dikin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îsal dê Newroz li 30 bajar û 61 navçeyan were pîrozkirin. Hat ragihandin ku dê pîrozbahî li navçeya Xelfetî ya Rihayê dest pê bike lê walîtiyê destur neda pîrozbahiyan. Li Xalfetiyê piştî qedexekirina pîrozkirina Newrozê navçe hat dorpêçkirin. Bi bendên kontrolê ku ji saetên serê sibehê ve li têketin û derketine navçeya hatine danîn ketin û derketina navçeyê tê astengkirin û welatî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re tên derbaskirin.

Gelê Rihayê hat vexwendin

HDP’a Bajêr a Rihayê starta pîrozbahiya Newrozê da. HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî da û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan diyar kir ku ew ê di 20’ê adarê de pîrozbahiya Newrozê pêk bînin û xelkê Rihayê vexwend pîrozbahiyê.

Li Baglarê gel agir pêxist

Wekî her sal bêguman îsal jî çavê hemû cîhanê li pîrozbahiyên Newroza Amedê ye. Li Amedê îsal agirê Newrozê zû hat pêxistin û îro jî li navçeya Baglarê ya Amedê şêniyên ku hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin.

Li Wanê banga tevlibûnê

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê jî ji bo beşdariya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de li ber Keleha Wanê were lidarxistin li navçeya Elbakê serdana esnafan kir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Komîteya Amadekar li esnafan geriyan û belavokên vexwendina Newrozê li wan belav kirin û xwestin xelkê Elbakê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Şêniyên Wanê banga beşdariya Newrozê kirin. Hacer Bariştiran anî ziman ku ew di Newroza sala 2008’an de hatiye binçavkirin û ew her sal beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye û dê îsal jî bibe. Bariştiran banga beşdariya Newrozê li xelkê Wanê kir.

Bernameya Newroza Çewligê aşkera bû

Komîteya Amadekar a Newroza Çewligê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de saet li 11.00’an were pîrozkirin banga beşdariyê li xelkê Çewligê kir. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî wek axaftvan beşdarî Newrozê bibin û hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran jî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşpêş bikin.

Li Êlihê amadekarî didomin

Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî starta pîrozbahiyan da. Endamên Komîteya Amadekar têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê daxuyanî da û parlamenterên bajêr Mehmet Ruştu Tiryakî, Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu ewilî Newroza xelkê pîroz kir û got ku ew ê di 21’ê Adarê de roja yekşemê li Qada Newrozê pîrozbahiyê li dar bixin û amadekariyên wan ber bi temambûnê ve diçin.

Li Colemêrgê start hat dayîn

Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê starta pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de were lidarxistin da. Hevserokê Komîteya Amadekar Kadîr Şahîn nî ziman ku ew ê bi beşdariya bi coş a gelê xwe newroza xwe pîroz bikin. Şahîn derbarê bernameyê de jî agahî da û diyar kir ku wê hunermend Mûrat Demîr, Koma Çiya û Koma Sorjiyan dê beşdarî pîrozbahiya wan bibin û her wiha wê parlaementerên HDP’ê Hasan Ozguneş û Şevîn Coşkûn jî axiverên pîrozbahiyê ne.

Newroz remza biharê ye

Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de were pîrozkirin kir. Serokê Komîteya Amadekar parêzer Ozgur Çaglar anî ziman ku Newroz remza biharê, berxwedan û azadiyê ye û Newroz ji bo gelê kurd diyariyek e. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê Mehmet Aliç jî banga beşdariya Newrozê li xelkê bajêr kir.

Bernameya herêma Egeyê diyar bû

Bernameya Newroza 2021’an a bajarên herêma Egeyê diyar bû. Li Îzmîrê dê Newroz di 20’ê adarê de li qada Gundogdu were pîrozkirin. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç, Serokê Giştî yê Partiya Damezrandina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) Cavit Ûgûr, Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û hunermend Ayfer Duzdaş, Paksisler û Arhat beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Li Aydinê di 21’ê adarê de li meydana navçeya Efeler, li Muglayê di 19’ê adarê de li Cihê Bazara Akkent a Mîlasê, li Denîzliyê di 21’ê adarê de li Cihê Bazara Taxa Esentepe ya navçeya Merkezefendî, li Manîsayê di 21’ê adarê de li Qada Newrozê ya Tûrgûtlû bên pîrozkirin. Parlamenterên HDP’ê û hunermend dê beşdarî pîrozbahiyan bibin.