26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji parêzerên Ocalan hişyarî û daxwaza hevdîtinê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî îdîayên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û bang li rayedarê dewletê hat kirin ku îdia dibin sedema fikaran û ji bo fikar bên derbaskirin divê deriyên Îmraliyê li kontrolê vekin û bi Ocalan re pêwendî were danîn û serdana hevdîtinê were qebûlkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bibîrxist ku ev demek e dirêj e agahî ji Ocalan nagirin û wiha hat gotin:  “Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi tu awayî pêwendiyê deynin. Hevdîtina herî dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi birêz Ocalan re 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin. Pêwendiya herî dawî ya muwekîlên me bi derve re, di 27’ê nîsana 2020’î de bi wesîleya pandemiyê bi rêya telefonê bû ku ev mafê wan yekem car ji wan re hate dayîn. Ji vê demê û pê ve me derfet nedît ku agahiyê werbigirin.”

‘Îdia dibin sedema fikaran’

Parêzeran destnîşan kirin ku îdiayan cidî digirin û ji bo fikar bên derbaskirin divê parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û wiha hat gotin: “Têkildarî jiyana Birêz Ocalan di 14’ê Adara 2021’ê de li ser hin hesabên medyaya civakî yên anonîm hin îdîa hatin kirin. Demeke dirêj e ku em nikarin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin, lewma her îdîaya ku têkildarî wan tê kirin em bi cidiyeteke mezin lêkolîn dikin û hewldanên pêwîst di vê der barê de dikin. Ev îdîayên ku dem bi dem tên kirin, em nizanin ji kîjan çavkaniyê tên, lê belê ji bo me ya girîng ew e ku ev îdîa bi rengekî rêk û pêk têkildarî birêz Ocalan tên kirin. Bêguman sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke welê nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire, ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin. Rêya bidawîkirina van fikaran jî ew e ku di dema herî zû de derfetên têkilî û pêwendiya bi Îmraliyê re bên afirandin.”

Bangewaziya parêzeran

Parêzeran bang li rayedarên dewletê kirin û wiha gotin: “Em bi israr dixwazin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn ku bi tena serê xwe kiryareke xerab e û rêyên pêwendîdanînê bê afirandin ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê ji holê bên rakirin. Em careke din bang li rayedarên siyasî û îdarî hemûyan dikin ku dest ji vê cihêkarî û pratîka tecrîdê berdin ku li ser girtîgehekê û komek ji girtiyan ferz dikin. Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin.”

STENBOL