26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka li Afganistanê têk çû an têk neçû?

Li Afganistanê Talîban serkeftinek bi dest xist an nexist? Ev ji 10 rojan zêdetir e di medyaya kurd de –çi kurdî çi tirkî- li dora vê meseleyê gelek nûçe û gotar hatin weşandin. Daxuyaniyên saziyên kurd û her wiha dîtinên siyasetmedar û rewşenbîrên kurd bûn mijara rojname û bernameyan. Digel hin cudahiyan, di piraniya nirxandinan de wekî ku li holê serkeftineke Talîbanê tune ye û Amerîka bêyî ku têk biçe terka Afganistanê kiriye, derket pêş. Nêrîna ku dibêje rêxistina olperest a afgan bi ser neketiye bi lez çarçoveyeke fikrî çêkir û gelek kesan hewl dan helwesteke nêzîkî vê fikrê nîşan bidin.

Îcar em vegerin serî û careke din pirsa li jor bi vî awayî formûle bikin: Amerîka li Afganistanê têk çû an têk neçû?

Hin kurteagahiyên li ser qonax û realîteya şerê navxweyî ya Afganistanê wê ji bo bersiva vê pirsê bi feyde be. Talîban ji 2001’an û vir ve li hemberê Amerîka, NATO û hukumeta Kabulê şerekî gerîla meşand. Rêxistinê di salên ewilî ya vê dema dirêj de li çaraliya welêt hêza xwe xurtir kir û paşê bû xwediyê piraniya herêmên gundewar. Piştî 2015’an Talîbanê hêza xwe xurtir kir û gav bi gav xwe nêzîkî bajaran kir. Rêxistinê bi salan dorpêça bajaran bi serfirazî meşand û di van salan de  bi hemleyên taktîkî bajarê Kunduzê yê li bakurê welêt du caran bi dest xist. Heman taktîk li başûrê welêt jî hat meşandin û ji vir 3 sal berê, bajarê Xeznî bo kurtedemek ket destê Talîbanê. Rêxistina bi van gavan baweriya xwe ya bi hêza xwe xurtir kir û êdî lez da dorpêça bajarên li her aliyê welêt.

Dema di serê Tebaxê de hemleya Talîbanê ya li dijî bajaran dest pê kir êdî hêviya berxwedana artêş afgan û mîlîsên alîgir nemabû. Helbet yek ji faktorê ku îradeya artêşa afgan lawaz kir, vekişîna Amerîkayê û hevalbendên wê yên ewrûpî ji Afganistanê bû. Li Afganistanê vekişîna Yekitiya Sovyetê ya di 1989’an de û piştî vê jî hilweşîna rêvebiriya Necîbullah hîn nehatiye ji bîr kirin. Piraniya gelê afgan di wê baweriyê de ye, li welêt rêvebiriyeke ji aliyê hêzên biyanî hatibe damezrandin nikare hebûna xwe bidomîne. Ev nêrîn, ji sedsala 19’emîn û vir ve di hişê kolektîf ê gel de ciyê xwe girtiye û wisa hêsan jî ji holê ranabe. Dema Talîban dest bi hemleya xwe ya dawî ya li dijî bajaran kir, herkesî dizanîbû ku êdî ev şerê dawî ye. Hem hukumet hem jî artêş û mîlîsên eşîran bi hişê dîrokî tevgeriyan di dewsa berxwedaneke baweriya wan pê tune bû bimeşînin, teslimiyetê tercîh kirin. Hevdîtinên Talîbanê yên bi eşîran re, efûya ji bo kesên endamên artêş û komên mîlîsan,  garantiyên wê yên ji bo mixalifên wê ligel hin faktorên din jidestderketina bajaran hêsantir kir û bû sebeb ku têkçûna dewletê pir bi lez pêk were.

Lewma divê em jî vê rastiya li ber çavên hemû dinyayê pêk hat qebûl bikin. Divê helwestên me yên siyasî nebin berçavkên îdeolojîk û nekeve navbera me û realîteyên cîhanî. Amerîka çawa ku li Vîetnamê têk çû ligel şer û projeyên xwe yên 20 salan li Afganistanê jî têk çû. Bi wê re, rêxistina herî mezin a leşkerî ya cîhanî NATO jî têk çû. Û helbet hêza ku Amerîka û NATO‘ têk bir Talîban bû.