27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe û xwezaya xwe biparêzin

M.Alî Ertaş

Piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 23’ê nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyona leşkeri dan destpêkirin, bi hevkariya şîrketan û cerdevanên li herêmê dest bi birîna daristanan kirin. Cerdevanan bi piştgiriya leşkeran û hevkariya şîrketan li herêma Bestayê ya navbera Şirnex û Sêrtê dar birîn. Cerdevan li herêmê bi mehane daran dibirin û bi kamyonan difiroşin.

Leşkerên TSK’ê bi destpêkirina mehên havînê re li qadên Mêrg û Marê derketin operasyonê. Piştî operasyonên leşkeri agir bi daristanan ket û bi deh hezaran dar şewitîn. Piştî demekê cerdevanan li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê darên mazî yên sedsal birîn. Ji destpêka mehên havînê ve li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn. Balkêş e tu mudaxale li vê rewşê nayê kirin.

Li gorî dîmenên ku gihîştin Ajansa Mezopotamya (MA) yê, cerdevanan bi dolmîşan dibin qada Serê Rê ya Bestayê û darên mezî yên sedsale dibirin. Ji ber ku TIR nikarin bikevin herêmê darên ku tên birîn li traktoran bar dikin û ji vir dibin li qadeke din kom dikin. Cerdevan piştre li TIR’an bar dikin û dibin bajarên metrepolên Tirkiyeyê difiroşin. Li herêmê birîna daran bênavber didome.

Cerdevan daran dibirin

Dîsa li bakurê herêma Besta ya Şirnexê û herêma Avagûzê ya bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê jî daran dibirin. Li qada ku digihêje xeta sînorê navçeya Qilebanê, ji sedî zedetir cerdevan daran birîn. Cerdevanên ku anîn bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê 30 ji wan derbasî wî aliyê sînor û yên mayî jî li herêma Bestayê daran dibirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî li nêzî gundê Nêrweh ê Qilebanê bi qasî 5 kîlometreyan cerdevan derbasî Herêma Kurdistanê bûn û hefteyeke li herêma Avagûzê daran dibirin. Darên ku dibirin bi traktoran dikişînin herêmên leşkerî. Li Çiyayê Çelênimêja ya Şirnexê ji aliyekî ve dişewitînin. Li aliyê din cerdevanên bajaroka Sêgirkê darên bi sedsalan tên birîn. Cerdevan di çavdêriya leşkeran de daran dibirin û bi traktoran dibin herêma Kenîsarkê. Cerdevan daran li vê qadê kom dikin û her serê saetê carekî bi kamyonan dibin bajarên metrepolan difiroşin.
Li gorî gundiyên herêmê nêzî 50 cerdevan 15 roj in rojê 150 ton dar dibirin û bi kamyon û TIR’an dibin li metrepolan difiroşin.

Kurd hesab dipirsin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, çû quntarên Çiyayê Çelênimêja yê Kenîsarke ya Şirnexê û daxuyanî dan û hesap pirsîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Komê pankarta ‘Ji qetilkirina daristanên Besta û Cûdî re bêdeng nemîne’ vekirin. Ozguneş, anî ziman ku bi destê AKP-MHPê daristan tê şewitandin û yên din jî dibirin û difiroşin û wiha got: “Piştî Cûdî, Gabar û Qilebanê niha jî li Besta xwezayê talan dikin.”
Di vê pêvajoya ku xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin û pêşkêşî sermayedaran dikin de, rêxistinên kurdan dest bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ kirine. Kurd xwe bi rêxistin dikin û parastinê pêş dixin û hesab dipirsin. Ji bo azadiyê parastin lazim e. Ku mirov nikare nirxên xwe biparêze, nikare azadiyê bi dest bixe. Heta war û ava xwe neparêzin azadî jî nayê parastin. Azadî bê parastin nabe. Xwezayê her tim li dijî talankirin û werankirinê hişyar kiriye. Bi zelzele, lehî û nexweşiyan hesab ji mirovan pirsî ye. Xweza dîsa dê hesabê vê talankirinê bipirse.