26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ann Linde: Êrîşên Tirkiyeyê bandorên neyînî li sivîlan dike

Parlementera serbixwe ya Parlamentoya Swêdê Amineh Kakabaveh, têkildarî siyasetmedarên HDP’ê yên ji ber ‘Doza Kobanê’ hatine girtin, êrişên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê pêşnûmeyek pêşkêşî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde kir.

Linde di bersivê de diyar kir ku hem bi riya Yekîtiya Ewropayê hem jî bi riya têkiliyên dualî ji rayedarên tirk re ragihandine ku zextên li ser HDP’ê bi baldarî dişopînin.

Linde bersiv da pirsan û wiha axivî: “Di heman demê de me hevdîtin bi nûnerên HDP’ê re kir û min piştgiriya xwe ji bo wan ragihand. Min ev yek di serdana xwe ya dawî de ya li Enqereyê anî ziman. Hikumeta me, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelekî girîng dibîne.”

Linde anî ziman ku ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û bi taybetî Hevserokên berê yên HDP’ê yên dîlgirtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş weke mînak nîşan da û wiha got: “Me gelek caran xwest ku divê bên berdan.”

Li ser êrişên dewleta tirk yên li dijî başûrê Kurdistanê jî Linde ev tişt anî ziman: “Iraq van salên dawî kete bin bandora giran a şer û li gel aloziyên herêmî aramiya wê bi rengekî neyînî bi bandor bû.Girîng e ku hemû alî hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bidin û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin.”

Linde di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê bandorê li ewlehiya sivîlan û aramiyê dikin. Hiqûqa mirovî ya navneteweyî, di mijara parastina sivîlan de daxwazên aşkera destnîşan dikin. Di şerekî çekdarî de alî tenê dikarin li hedefên leşkerî bixin.”