2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca damezrandina HUDA-PAR’ê-I

Yek ji rêxistinên ku di salên 1980’yan de hatin damezrandin jî Hîzbullaha Tirkiyeyê bû. Berevajiyê Hîzbullaha Lubnanê ev Hîzbullah li ser mezheba sunî hate damezrandin. Lê stratejî û taktîkên bi kar dianîn heman bûn.

Di salên 1970’an de ji bo ku bikaribe li hemberî Sovyetan û kampa sosyalîst têbikoşe NATO’yê li Rojhilata Navîn doktrîna ‘îslama nerm’ bi navekî din ‘îslama sîyasî’ xiste meriyetê. Di dewletên Rojhilata Navîn de li hemberî rêveberî, partî û tevgerên sosyalîst-komûnîst tevgerên îslamî yên nerm derxistin pêş. Li Afganistanê ji bo li hemberî Sovyetan şer bike tevgera Talîban mezin kir. Di wê demê de Usame Bîn Ladîn ku piştre bû serokê El-Kaîdeyê ji Erebistana Siûdî derbasî Afganîstan kir. Bi demê re tevgerên ku li gorî doktrîna NATO’yê ava bûbûn bi serê xwe tevgeriyan û li her welatî pêşengiya tevgerên olperest kir. Her çiqasî hinek deman ev tevger ji bin kontrola NATO’yê derketibin jî bi piranî NATO polîtîkayên xwe û destwerdana nava dewletan bi ser van tevgeran re kir. Amerîka bi hinceta ku El-Kaîde êrîşa 11’ê Îlonê kiriye dest bi dîzaynkirina Ewropa û Rojhilata Navîn kir. Îro ew operasyona ku daye destpêkirin hê jî didome.

Doktrîna NATO’yê pêşiya gelek tiştan vekiribû. Hêzên dixwestin bibin desthilat di bin navê têkoşîna hemberî komunîzmê de li gelek dewletan dest bi rêxistinên nû kirin. Hem bi rehetî di nav civakê de cih digirtin hem jî ji aliyê hêzên hegemonîk ve bi rehetî dihatin bikaranîn. Her çiqasî navê doktrînê ‘îslama nerm’ be jî ji ber ku diviyabû ‘şer’ bike di pratîkê de veguherî dotrîna ‘çekdar’î. Li Afganistanê di şerê hemberî Sovyetan de hem ji aliyê çek-cebilxane ve hem jî ji aliyê rêxistinbûnî ve gelek sûd wergirtin. Êdî xwedî çek û cebilxane bûn. Di heman demê de bûn xwedî tecrubeya ‘dewletbûnê’ û ‘hevkariyê’.

Piştî şerê Sovyetan ê li Afganistan dor hate Îranê. Li Îranê di salên 1978-79’an li hemberî Şah Riza Pehlewî tevgereke xurt a civakî derkete holê. Pêşengiya vê tevgerê ji aliyê sosyalîst û komunîstan ve dihate kirin. Her wiha tevgera şîiyan xwedî hêzeke mezin bû. NATO’yê dît ku êdî derfeta Şah bi ser keve tune ye. Ba ji aliyê tevgera çepgir ve li ba dibû. Ji bo tevgera çepgir û tevgerên netewî bi ser nekevin, dewletên Ewropayê rêberê şîîyan ayetulahê mezin Humeynî ji paytexta Fransa Parîsê şandin Îranê. Bi vî awayî şoreşa Îranê xistin bin hakimiyeta ayetulahan. Piştî demeke kin ayetulahan li Îranê rejîma molayan damezrandin. Navê rejîmê xistin Komara Îslam a Îranê.

Hîzbullaha Lubnanê

Di wan salan de li Lubnanê tevgera Hîzbullahê hate damezrandin. Hîzbullah’a Lûbnanê li ser mezheba Şîî hate damezrandin. Heya hingî li Lubnan ji aliyê siyasî ve Îslama Sunî li pêş bû. Piştî Hîzbulah hate damezrandin dengeyên Lubnanê jî guherîn. Ji ber tevgera Hîzbullahê bi salan di navbera Suriye-Lubnan û Îsraîlê de gengeşî derketin. Carinan Îsraîlê êrîşên Hîzbullahê û piştgiriya bi tevgerên Filîstînê re kirin hincet û axa Lubnanê dagir kir, carinan jî dewleta Suriyeyê têkilî nava karên Lubnanê bû. Herî dawî di 14’ê sibatê 2005’an de sûîqastek li hemberî Serokwezîrê Lubnanê Refîk El-Herîrî hate kirin. Di êrîşê de tevî sorkwezîr 23 kes mirin. Derket holê ku êrîş bi alîkariya HîzbulLahê hatiye kirin. Di êrîşê de di heman demê destê îstîxbarata dewleta Suriye û Lubnanê jî hebûn. Herîrî sunî bû û di nav gel û baweriyên Lubnanê de hevsengî pêk dianî. Piştî suîqastê heya niha Lubnan her di nava krîzê de ye.

Di demên ku Hîzbullah li Lubnanê hate damezrandin de tevgera Birayên Misilman jî çalak bûn. Tevgera ku bi salan xwe di bin erdê de bi rêxistin dikir, bi êrîşa hemberî Serokmarê Misirê Enver Sedat (6 Cotmehê 1981, Enver Sedat ji ber ku bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze kir hedef hate girtin.) û serhildana hemberî Dewleta Suriyeyê ya li bajarê Hamayê (1982) carek din diyar dikir ku êdî ew li ser lingan e.

Avakirina Hamasê

Tevgerên olî yek bi yek dihatin damezrandin û bi ser van tevgeran re mudaxaleyî nava dewletan dihate kirin. Yek ji van rêxistinan ku hate damezrandin jî Hamas bû. Hamas di sala 1987’an de li Filîstînê wekî baskê Birayên Misilman ên li vir hate damezrandin. Hamas ji aliyê gelek dewletan ve ji bo tevgera El-Fetîhê ku ji aliyê Yaser Arafat ve hatibû damezrandin were zeîfkirin hate destekkirin. El-Fetîh bi salan li hemberî Îsraîlê şer kir. Ji gelek tevgerên neteweyî re bû mînak. El-Fetîh ji aliyê ol ve sekuler bû, ango ji ol zêdetir netewebûn li pêş bû. Lê Hamas olperest û mezheperest bû. Li gorî mezhebê sunî tevdigeriya. Hamas bi dehan caran di pêşiya çareseriyeke giştî ya di navbera Filîstîn û Îsraîlê de bû asteng. Bi daxwaz û êrîşên ku car caran pêk tîne her carê birînên ku dikin bikewin dîsa vedike û pirsgirêk kurtir û berfirehtir dibe. Hamasê bi qasî ku zirar da tevgerên ku têkoşîna azadiya Filistînê dikirin neda Îsraîlê. Dema Hamasê li Filîstînê desthilat ji dest El-Fetîh girt, endamên Hamasê endamên El-Fetîhê ji avahiyan bi saxî avêtin xwarê. Bi ser buro û avahiyên El-Fetîhê de girtin. Çi dema ku çaresereiyeke mayînde tê rojevê ji Filîstîn roket tên avêtin û agirbest-aşitî xira dibe. Bê guman êrîş û komkujiyên Îsraîlê nayên qebulkirin. Lê polîtîkaya ku Hamas dimeşîne jî rê li ber van êrîşan vedike û riya çarseriyê zehmetir dike.

Komeleyên dijberî komunîzmê

Di salên 1970’yan de li Tirkiyeyê jî di bin navê komeleyên hemberî komunîzmê de bi dehan komeleyên olî û nîjadperestî hatin damezrandin. Gelek weqf, komele û cemiyetên îro li Tirkiyeyê xebatan dimeşînin hê ji wê demê ve hatin damezrandin. Peywira van saziyan ew bû ku bi dizî li gorî xwestekên dewleta kûr tevlîheviyê derxin û zemîna destwerdana hêzên hegemonîk ava bikin bû. Endamên van dezgehan di gelek komkujî, kuştin û êrîşan de cih girtin. Piraniya kesên ku ev dezgeh bi rê ve dibirin endamên îstîxbaratê bûn. Ev kes ji derdorên olperest û nîjadperest dihatin hilbijartin. Jixwe propaganda xwe jî li ser dijberbûna komunîzmê dikirin. Gelek kesên ku îro di rêveberiya AKP û MHP’ê de cih digirin wê demê jî di van dezgehan de xwedî peywir bûn. Rêberê Cemaata Gulen Fettulah Gulen wê demê li ser navê van dezgehan li her derî weaz didan. Stratejiya NATO’yê zelal bû; komunîst dijberî Xwedê û çepgir in, lewma divê em bi propagandaya olperestî – rastgirî li hemberî wan tevbigerin. Bi vî awayî hem di nava burokrasiyê de hem jî di nav civakê de ji bo rihet tevbigerin heya dawî rê ji wan re dihate vekirin. Li ser navê mezhebê sunî li her derî li hemberî kêmar, tevgerên xwendekar ên çepgir û tevgerên neteweyî ketin nav êrîşan. Li her derê zemîna mudaxaleya dewletê ava dikirin. Karê xwe ew qas profesyonel dikirin ku di 1980’an de zemîna darbeyê ava kirin. Artêşê dest danî ser rêveberiyê. NATO’yê piştgiriya xwe ya bi konseya darbeyê re aşkera kir. Bi makezagona nû, deriyên dewletê ji cemaatan re hate vekirin.

NATO ji bo pêşî li tevgera çepgir û tevgerên rizgariya neteweyî bigire doktrîna “îslama nerm” herî xurt li Tirkiyeyê xiste meriyetê. Hem deriyê bazara şîrketên derve vekir hem jî bi ser Tirkiyeyê re polîtîkaya Rojhilata Navîn dixiste meriyetê. Di hilbijartina dawî ya li Tirkiyeyê de piştî encam diyar bûn, hate dîtin ka hevkariya NATO’yê bi Tirkiyeyê re çiqas xurt e. Berî hemû kesî sekreterê NATO’yê hate Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Hîzbullah tê damezrandin

Yek ji rêxistinên ku di salên 1980’an de hatin damezrandin jî Hîzbullaha Tirkiyeyê bû. Berovajiyê Hîzbullaha Lubnanê ev Hîzbullah li ser mezheba sunî hate damezrandin. Lê stratejî û taktîkên bi kar dianîn heman bûn. Armanca her duyan jî avakirina dewleteke îslamî ya ku bi şerîatê tê birêvebirin. Lewma hem milê wan ê siyasî hebû hem jî milê wan ê leşkerî.

Li gorî zanebûnên di dest de nîqaşên yekemîn ê li ser damezrandina Hîzbullahê di 1979’an de li Amedê li Vahdet Kîtapçisi dest pê kirin. Ên civînên nîqaşan amade dikirin xwediyê dikana pirtukan Abdulwehap Ekincî, Fîdan Gungor û Huseyîn Velîoglû bûn. Abdulwehap cih eyar dikir, Fîdan Gungor û Huseyîn Velîoglû jî fînanse dikirin. Piştî nîqaşan di 1983’yan de rêxistina Hîzbullahê hate damezrandin. Lê nîqaşên navxweyî neqediyan. Tevger di nava xwe de bû du beş. Milê bi navê Îlîm dixwest demildest dest bi “têkoşîn”a çekdarî bike, milê Menzîl jî li gel ku têkoşîna çekdarî di prensîpê de red nedikir, ji bo destpêkê wext zû didît û dixwest hê jî amadekarî werin kirin. Ev nîqaş veguherîn şerê navxweyî. Di dawiyê de milê Îlîm ku rêbertiya wê Huseyîn Velîoglû dikir bi ser ket û di salên 1990’an bi taybet li Kurdistanê, li bajarên wekî Êlih û navçeya Amedê Farqînê dest bi êrîşên çekdarî kirin. Lê tişta balkêş ew bû ku Hîzbullahê êrîşên xwe li hemberî kes û derdorên ronakbîr û rewşenbîr pêk dianîn. Li hemberî hêzên dewletê neketibû nav hewldanan. Herî zêde jî êrîşî kesên welatparêz ên nêzî tevgera azadiyê kir. Çi mele çi seyda çi rewşenbîr çi akademisyen çi rêveberê komele û partiyan ên ku behsa doza azadiya gelê kurd dikirin bûn hedefa Hîzbullahê. Jixwe ji ber van kiryarên wan li Kurdistanê ew wekî Hîzbul-kontra hatin binavkirin û her tim wisa hatin zanîn.

Bi PKK’ê re hevwext tevgeriya

Balkêş e! Nîqaş û civînên damezrandina Hîzbul-kontrayê di 1979’an de piştî damezrandina PKK’ê bi salekê dest pê dikin. Çalakiyên wan ên yekemîn jî di 1984’an de di sala ku li Kurdistanê şerê çekdarî dest pê dike rû dide. Êrîşên wan jî dema ku tevgera azadiyê xurt dibe zêde dibin. Bê guman êrîşên wan tenê ne li hemberî kurdan bûn lê herî zêde zirar da gelê kurd. Dîroka damezrandin û destpêka êrîşan dide nîşandan ku bi awayekî rêkûpêk ji aliyê hêzekê ve hatine damezrandin. Ev hêz jî buroya NATO’yê ya li Tirkiyeyê bû. Polîtîkayên li hemberî tevgerên çepgir ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve dihatin meşandin. Navê buroya girêdayî Natoyê ya ku şerê dij-nîzamî dimeşand Daîreya Şerê Taybet bû. Hîzbul-kontra li gorî doktrîna têkoşîna hemberî tevgerên çepgir û tevgerên rizgariya neteweyî hatibû damezrandin û wisa hate bikaranîn.

Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de wiha dibêje: “Divê ew wehşeta hatiye jiyandin neyê jibîrkirin. Ev kes li Amedê ji pişt ve nêzî mirovan dibûn, bi biviran dikuştin. An jî ji pişt ve guleyek li serê xelkê didan û dikuştin. Gelo ma ne ev bûn ên bi vî awayî bi hezaran kurdên welatparêz ên hejar kuştin? Heke bihêlin dê me tevan bi hovane qetil bikin. Ji ewil Bahriye Uçok, Ugur Mumcu û kemalîstên çepgir qetil kirin. Piştre jî – ku naxwazim tevahiya dewletê di bin gumanê de bihêlim – bi destê hinek walî û fermandarên garnîzonan bi taybet jî di sala 1992’yan de weke Hîzbûl-kontra li dijî kurdan hatin bikaranîn. Weke mînak, ya ku Waliyê Êlihê kirî ev bû. Dadgeha Amedê bi salan piştre di biryareke xwe de dibêje bê ka ev rêbaz çiqasî şaş bû. Heta ku dadgehê jî dibêje ev yek nayê qebûlkirin. Divê gelê me li dijî van talûkeyan hişyar be.” (13’ê îlona 2007)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê