6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk’ sibê dest pê dike

Komxebat bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve" tê lidarxistin. Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê 80 hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî vê komxebatê bibin.

Sibê li paytexta Lubnan Beyrûtê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, aloziya global û bandorên wê, neteweya demokratîk û rola jinan, her wiha rêbazên xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, komxebatek tê lidarxistin.

Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirrengî, Demokrattia Novus Orao Seclorum û Resilient Beirut sibê li paytexta Lubnan Beyrûtê komxebatekê li dar dixe.

Komxebat bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve” tê lidarxistin. Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîka Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê wê zêdetirî 80 hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bibin.

Komxebat dê sibê (13’ê Hezîranê) dest pê bike û êvara 14’ê Hezîranê bi dawî bibe. Tê payîn ku komxebat ji 4 rûniştinan pêk were.

Bernameya roja yekemîn

Di roja yekemîn ya komxebatê de dê ji aliyê sekretêrê giştî û damezrînerê Platforma Federal a Daîmî ya Lubnanê Alferd El Reyaşî û mêvanan ve axaftin werin kirin. Piştre dê mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn werin nîqaşkirin.

Rûniştina yekemîn bi sernavê “Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn” e. Di rûniştinê de dê aloziya global, sedem û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê werin nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêka rêvebertiyê li Rojhilata Navîn were şîrovekirin.

Rûniştina duyemîn bi sernavê “Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê” e. Dê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê werin nîqaşkirin.

Bernameya roja duyemîn

Di roja duyemîn de jî dê du rûniştin pêk werin û encamname were derxistin.

Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê “Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn” de, dê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê werin şîrovekirin û sinevîzyonek li ser şoreşa jinê were pêşandan.

Rûniştina çaremîn wê bi sernavê “ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve” were lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî wê stratejiya hevpar a ji bo avakirina rojhilateke navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şîrovekirin. Di dawiyê de dê encamnameya komxebatê were eşkerekirin.