spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca Komxebata Şerê Taybet hişyarkirina civakê ye

Akademiya Civaka Demokratîk (ACD) hefteya borî Komxebata Şerê Taybet li Kobanê li dar xist. Rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û çalakvan, hejmareke kesayetên serbixwe û endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Kobanê beşdarê komxebatê bûn. Beşdarên komxebatê têkildarê şerê taybet ê li herêmê pêk hatî û bandora wî ya li ser civakê yek bi yek nirxandin. Di dawiya komxebatê de encamnameyek hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ji ber xeteriya şerê taybet û gefên ku li ser hebûn, nirx û çanda civakê komxebateke wisa hat lidarxistin û li ser rastiya şêwazên xeternak, çareseriyê jî nirxandinên berfireh hatin kirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Bi şewaza şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, armanc dikin ku hevgirtina civakî û destkeftiyên gelên herêmê, rêveberiyê û hêzên leşkerî yên herêmê têk bibin û serwerî û dagirkeriyê li ser civakê ferz bikin. Divê şaştî û valahiyên ku dijmin bi kar tîne bên çareserkirin û dagirtin, çi di rêveberiyê de çi jî di civakê de be. Her wiha divê pêşniyarên di komxebatê de derketine holê bibin proje û mekanîzmeyên guncaw ji bo pêkanîna wê bê afirandin.”

‘Bi pîvanên civakê tê lîstin’

Me xwest em çend nirxandinên beşdarvanan jî bînin ziman. Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo diyar kir ku şerê taybet di bingehê xwe de civakan aramanc digire û got: “Bi rê û rêbazên cuda civakan li gorî berjewendiyên xwe diguherîne ku bighêje asta koletiyê. Ji bo pêkanîna van xalan, bi exlaq, nirx û pîvanên civakê tê lîstin.”

‘Bikaranîna zagonan girîng e’

Hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl jî di axaftina xwe ya komxebatê de bal kişand ser qanûnan û mijar wiha şîrove kir: “Rêjeya diziyê gihîştiye asteke bilind, bikaranîna  madeyên hişbir derketiya asta herî jor. Divê ev xal baş bên şîrovekirin. Pêwîst e em hemû sazî û rêxistin bi van mijaran re mijûl bibin. Pêdiviya me bi bikaranîna zagonan heye.”

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Ferza Xelîl, da zanîn ku divê mirov hevrûkirinekê çêkin, ka civaka beriya şoreşê û piştî şoreşê çawa bû û wiha axivî: “Pirsgirêka sereke ya Kobanê eşîrî û  ol ye. Rêjîma Baasê çi pirsgirêk çêdibûn vedişartin lê niha gelek pirsgirêk aşkera bûn û divê bên çareserkirin.”

‘Ciwan tên dîlgirtin’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl li ser mijara rewşa jin û ciwanan rawestiya û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Hêzên hegomonîk ji bo desthilatdariya xwe bi bandor bikin, herî zêde jin û ciwanan bi kar tînin. Ciwan hêza herî girîng ya civakê ne. Loma dema ciwan werin dîlgirtin, tê wateya bi civak tevahî tê dîlgirtin. Dewlet şerê taybet bi awayekî zirav li hember ciwanan bi kar tîne. Lîberalîzmê weke waneyeke sereke dide pêş ku di bin navê azadiya takekesî de teşwîqî jiyana bi tenê û ez, eziyê dikin. Di bin navê azadî û modernîteyê de, ciwanan daduqirtîne, mêjî û ruhê wan dike mulkê xwe. Her wiha bi riya medyaya civakî ajoyên zayendî zêdekirin, teşwîqkirina fihûşê, rewakirina zewaca temenê biçûk dike. Ciwanan dixin nav tora sîxuriyê. Jin ji rastiya xwe hatiye dûrxistin û li ser bedena wê bazar tê kirin. Loma divê ku em di hemû qadan de têbikoşîn. Pêwîst e ku têkoşîna jinan xwe bispêre bingeheke zanist ku şerê taybet rawestîne.”

Endamê  Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Adil Yûsif da zanîn ku di komxebatê de gihaştin vê yekê ku, heke rêveberî bixwaze li hemberî planên dijmin bisekine divê gelek gavan bavêje; perwerdekirina civakê, peydakirina pisporên derûnî û kontrolkirina meteryalên xwedinê û mijûlbûna bi çîna ciwanan e.

‘Dê semîner bên dayîn’

Çalakvanê Mafên Mirovan Îdrîs Nesan diyar kir ku komxebat bi semîneran dewlemend bû, tê de şerê tayet û alavên wê hatin nîqaşkirin, her wiha rewşa jin, ciwan, rola saziyan Rêveberiya Xweser û çawaniya pêşxistina wan hatin nîqaşkirin. Nesan got ku divê rêveberî kêmasiyên saziyan bibîne da ku di pêşerojê de dubare nebin û hêvî kir ku kesên guncaw di saziyên guncaw de werin erkdarkirin da ku xebatên saziyan bi pêş bikevin.

Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Şerê Taybet Ziyad Îbrahîm bal kişand ser armancên komxebatê û got: “Hemû tiştên ku di vê komxebatê de hatin parvekirin wê guhdarkirî be. Dê aliyên têkildar li ser pêşniyarên di komxebatê de hatine girtin, li ser erdê pêk bînin da ku têkiliyên xurt di navbera rêveberî û gel de encam bide. Di demên bê de dê li herêmên me li navendên saziyên Rêveberiya Xweser semîner werin dayîn.”

Çareserî bi rêxistinbûnê pêk tê

Her wiha jinan jî Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê ya 4’emîn bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jinan misoger bikin” li dar xist. 150 delegeyên jin tev li konferansê bûn.

Di dawiya konferansê de jinan encamnameya xwe ji raya giştî re aşkera kirin. Li gorî biryarên hatin girtin; dê roja 23’yê hezîranê bibe roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinên berxwedêr û bi çalakiyan were bibîranîn. Her wiha dê li gund, navçe û bajarokan komîte bên rêxistinkirin, ji bo aboriya jinan dê xebatên cuda bên kirin.

Di konferansê de geşedanên siyasî bi awayekî berfireh hat nirxandin. Jinan destnîşan kir ku ji bo serkeftinê divê rêxistinbûneke xurt pêk bê.

Di konferansê de Hevseroka Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso  bal kişan ser geşedanên siyasî yên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em weke gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya azadiyê, hebûn û neteweya demokartîk hilbijartiye. Me çeteyên DAIŞ’ê têk birin û cîhan ji terorê parast, me hemû hevsengiyên cîhanî guhertin. Ev pêşketin serkeftina projeya me ye.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hîva Erebo jî  axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha axivî: “Hemû destkeftiyên di destê jinan de bi saya vîna jinên têkoşer û dildarên azadiyê hatin mayîndekirin. Kongreya Star rêxistineke jinê ye û li dijî hişmendiya civakê ya paşverû li ber xwe dide.”