10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomîne

Artêşa tirk gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa, gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera ya herêma Efrînê, gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan bombebaran dike.

Artêşa tirk bi balafirên biçek êrîşî gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa, gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera ya herêma Efrînê, gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan dike. Li gundê Til Anab agir bi zeviyên hemwelatiyan ketiye û heta dema amadekirina vê nûçeyê jî topbaran berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk piştî hilbijartinên 28’ê gulanê êrîşên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li dijî rojavayê Kurdiustanê zêde kirin. Li gorî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di nava vê hefteya borî de zêdeyî 10 caran bi balafirên bêmirov êrîş li dijî vê herêmê pêk hatine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li hember van êrîşan tu nerazîbûnek ji Hêzên Rûsya an jî yên Amerîkayê ku li wê herêmê ne, nayê. Ev bêdengî jî destnîşan dike ku dîsa wan hêzan li ser hin deverên axa Sûriyeyê lihev kirine û bazarên nû di navbera wan û dewleta tirk de hene.