27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayişa PDK’ê 3 jinên RJAK’ê binçav kirin

Asayişa PDK’ê di ketina Hewlêrê de 3 endam û rêveberên RJAK’ê binçav kirin. Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), ji bo ku tev li merasîma bîranîna salvegera kesên di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn bibin, ji Silêmaniyê çûbûn Şengalê. Şandeya ku ji endamên Meclîsa RJAK’ê Xewla Mhemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, piştî merasîmê ber bi Silêmaniyê ve ket rê. Lê asayişa PDK’ê 3 jinên RJAK’î di ketina Hewlêrê de binçav kirin.

Rêveberiya RAJK’ê diyar kir ku endamên şandeyê piştî ji Mûsilê derketine, li asayîşa ketina Hewlêrê hatine binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.

Rêveberiya RJAK’ê bang li PDK’ê kir ku endamên wan demildest serbest berde.