6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayîşa PDK`ê kesek kuşt

Asayîşa PDK’ê li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê kesek dema li ser karê xwe bû, revand. Piştî du saetan malbata wî agahdar kir ku herin Tiba Edlî û cenazeyê kurê xwe wergirin.

Duh (6`ê Hezîranê) Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê kesê bi navê Zîrek Elî Mihemed (40) dema li xwaringehê kar dikir, revand. Piştî ku du saet di ser bûyerê re derbas bûn, ragihandin ku Zîrek Elî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê ye.

Birayê Zîrek, Zana Mihemed ku ji ajansa Rojnewsê re axivî, diyar kir ku birayê wî dema li ser kar bû, ji aliyê navenda asayîşa Seydawe ve hatiye binçavkirin, piştre jî ew agahdar kirine ku cenazeyê wî li tiba edlî ye.

Mihemed anî ziman ku ew ji mirina birayê xwe bi guman in û got: “Asayîş ji vê bûyerê berpirse.”

Mihemed destnîşan kir ku heta sedema mirina birayê xwe hîn nebin, ew ê cenaze wernegirin û got: “Ger sedemê diyar nekin em ê cenaze bibin tiba edlî ya Silêmaniyê.”