5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiryareke kirêt a şaredariya AKP’yî

Di malpera înternetê ya Şaredariya Artemêtanê de hatiye nivîsandin ku Goristana Ermenan çawa hatiye tunekirin û li serê rê û malên TOKÎ’yê hatine çêkirin.

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê goristaneke ermenan hebû. Derket holê ku li ser beşeke goristanê malên TOKÎ’yê hatine çêkirin û li ser beşeke din a goristanê jî rê hatiye çêkirin û goristan hatiye tunekirin. HDP’ê şaredariya Artemêtanê bi dest xistibû lê bi hinceta ku namzetê HDP’ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, şaredarî radestî namzetê AKP’ê hatibû kirin. Di malpera înternetê ya di bin rêveberiya AKP’ê de hatiye nivîsandin ku goristana ermenan çawa hatiye tunekirin. Di nivîsê de hatiye gotin ku beşek Goristana Ermenan di sala 2005’an de di bin malên TOKÎ’yê hatine çêkirin de maye û beşeke din jî ku maye di bin riya ku di sala 2012’an de hatiye çêkirin maye û goristan tune bûye.

Li ser goristanê tuwalet çêkiribûn

Her wiha di sala 2017’an de li taxa Xorkumê ya navçeya Artemêtanê qeyûmê wê demê li ser Goristana Ermenan û Girikê Xorkumê teuwalet û kabîneyên ciljixwekirine çêkiribûn.