5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bi sedema ku faîl nehatine girtin bertek nîşanî dadgehê dabûn û bi îdiaya “Gef li dadgehê xwarin û heqaret kirin” doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê hate lidarxistin.

Li dijî ciwanên bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li pêşiya Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê kom bûn, êrîşa bombeyî hatibû kirin. Di êrîşê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Di 21’emîn danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê cotmeha 2021’ê de malbatan ji ber nedîtina faîlan bertek nîşanî dadgehê da. Ji ber bertekên malbatan, der heqê 9 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a 9 kesan hate lidarxistin.

Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Rihayê hate lidarxistin. Malbatên Pirsûsê yên tên darizandin û şahidên komkujiyê tev li danişînê nebûn. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, Dîcle Aksû û Serdar Tum di danişînê de amade bûn. Îfadeyên kesên di dozê de tên darizandin di demên berê de hatibûn girtin û danişîn bi qeydkirina îfadeyan li dosyayê dest pê kir.

Ji parêzeran Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku dosyaya behsa xeberê bi tawanbariya heqareta li dijî şandeya dadgehê hatiye vekirin û wiha got: “Em dixwazin qeydên SEGBÎS’ê yên danişîna tê îdiakirin heqaret têde hatine kirin li dosyayê bên zêdekirin û çareserî were pêşxistin. Dema dosya baş hate lêkolînkirin û parastina hemû kesên tên darizandin temam bûn, em ê parastina xwe bikin. Em dixwazin hûn demê bidin me.”

Hate taloqkirin

Piştre jî dozgerê dosyayê xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê piştî daxwazan biryara xwe da. Li gorî biryarê Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin ji bo ku li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bibe, muzekkere wê were nivîsandin, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê qeydên parastinê yên tev li danişîna 21’êmîn bûn weke CD ji dadgehê re bişîne û danişîna din taloqî 7’ê sibata 2024’an kir.