27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Axaftina bi zimanê pitik û zarokan

Dê û bav dema zaroka wan dibe, ji dilşadî dest pê dikin bi pitika (bebîsa) xwe re bi zimanê pitikî diaxivin. Ew bawer dikin ku dema mirov bi zimanê pitikî li gel bipeyive baş têdigehe û kêfxweş dibe û zimanê mezinan jî fêm nake. Heçku (halbûku) ev dîtina ha gelek şaş e û heta ji bo perwerdeya pitikan talûke ye. Gelo çima şaş û talûke ye?

Ji ber ku pitik çendek piştî bûyîna xwe dengê dê, bav û ku hebe dengê dadêya xwe nas dike. Dema dengê wan dibihîse dikare serê xwe ber bi wan ve bizivirîne û  li gel wan “gix-biv” bike. Pitik dixwaze bala xwe bide ser wan û bala wan jî bikişîne ser xwe. Di vê demê de têkiliya çavan pir girîng e. Pitik êdî dibîhîse û dibîne. Deng û dîdariyê di mejiyê xwe de tomar dike. Bi dubare û pirbarekirina peyvan re pitik her çiqas nikaribe bi wan peyvan bipeyive jî, lê demek bi şûn ve têdigehe ka ew tên çi wateyê.

Zarok her ku mezin dibe û hejmara peyvên ku hîn dibe jî zêde dibin. Li ku be zimanekî serbixwe hîn dibe. Zimanê pitikî di jîyanê de li pêş hînbûna zimanê dê û bavê dibe asteng û kelemeke demdemî.

Mirov dikare bêje zimanê pitikî an jî zarokî çi ye? Baş e, ez çend nimûne li jêr rêz bikim ku mijar baş dîyar û zelal bibe. Di kurdî de ji peyvên zimanê pitikî çend nimûne:

Emmm (xwarin û vexwarin), nono  (nû, xweşik), mîmî (pak, xweşik, dilovan), cîcî (pêleystok, xweşik, kubar), eçî (lêde, lêxe), dîdî (kûçik), tûtû (mirîşk), bobo (ga, çelek), inin (destav), bilobilo (mîz), kix, eyyy (pîs, xerab)…

Zarok di heman demê de li nav malê ji derî zimanê pitikî dengê gotinên zimanê dê û bavê xwe jî dibihîse. Rastî du zimanên cuda tê. Her ku mezin dibe, vê carê dêûbav dihizirin ku êdî zaroka wan mezin bûye û têdigehe, dest pê dikin bi zimanê xwe li gel dipeyivin. Ew zarok hêdî hêdî zimanê dêûbavê xwe ango zimanekî nû hîn dibe û zimanê dema pitikiyê ku li gel wê dipeyivin ji bîr dike. Mirov dikare bêje ew tê asîmîlekirin.

Weke ku hîn ji nû ve ji dayika xwe bibe û ew dest bi zimanekî nû bike. Ji aliyê hînbûna zimanê dêûbavê xwe ve, paşketî dimîne. Ji aliyê sîstem û hejmara peyvan ve jî jar û xizan dikeve. Ev aliyekî neyînî ye ku dêûbav bi zaroka xwe re rasterast bi zimanê xwe napeyivin û bi ziman û îşaretên zimanê pitikî dipeyivin. Aliyê neyînî yê duyem jî ev e ku bi pitikê yan zarokê re ne wek temenmezinek dipeyivin.

Dêûbav bawer dikin ku zarok mezin bibin jî wek mezinan tênagehîn, divê bi wan re mirov kurt biaxive an jî bi qasî ku ew têdigehîn bipeyive. Ev jî şaşiyeke pir mezin e. Divê mirov bi zarok re wek temenmezinek bipeyive. Ji ber ku ew hem ji aliyê hizir û raman û hem jî ji aliyê ziman û gencîneya peyvan ve bi pêşbikeve û zimanê wî/wê dewlemend bibe. Li welatê pêşketî dema zarokek tê temenê ku here dibistanê 10-12 hezar peyv dizanin, lê li welatê paşvemayî hejmara peyvên ku zarok dizane ji çaran yekê wan welatan hene yan na.

Ka em bifikirin du zarokên weha ku hevseng û asta zanîna wan ne wek hev be û dema ew dest bi dibistanê bikin û di heman polê de bin dê rewşa wan çi be û çawa be? Ji derî vê rewşa ha, heke em rewşa zarokên me kurdan bigirin berçav ku ew ne bi zimanê xwe, bi zimanekî bîyanî (tirkî, erebî û farisî) dest bi dibistanê dikin, çi bobelat û karesat  tên serê wan? Li welatê xwe bi zimanê bîyanî, bi zarokên bîyanî re heman perwerdeyê bibîne û bikeve pêşbirika zanîn û jiyanê. Kesî di vê mijarê de heta niha lêkolîneke zanistî nekiriye. Ku kiribe jî min bixwe nedîtiye. Mixabin em pirî caran pesnê xwe û zarokên xwe didin û dibêjin, “em ji tirk, ereb û farisan baştir bi zimanê wan dizanin…” Ev ne rast e û ji derî pesn û fort û zirtan ne tişteke din e. Rast e awerteyî hene, lê ev awerteyî ji sedî çend e, kes nizane. Mixabin li Tirkiyeyê bi hezaran zarokên kurdan nikarin dibistana seretayî tewa bikin.