26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Başûr li ber xwe dide

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Mesrûr Barzanî her çendî îro li ser postê serokwezîrtiya başûrê Kurdistanê rûniştibe jî di esasê xwe de qada wî ya pisporiyê ji polîtîkayê zêdetir îstixbarat e. Wî bi salan koordînatoriya rêxistina îstixbarata PDK’ê ya bi navê Parastin kir. Rêxistina Parastin jî di salên 1960’î de bi desteka rejîma Îran û Îsraîlê tê avakirin.

Mersûr Barzanî lîstik, dek û dolab, hîle û fenên taktîkên şerê qirêj in, ne îro roj bi unvana serokwezîrtiyê li dijî PKK’ê û gelê kurd bi kar tîne. Xwepêşandananên li başûrê Kurdistanê yên li dijî gendelî, pergala newekhev û aboriyê didomin. Tevî êrîş û zextên giran jî çalakger di berxwedana xwe de biisrar in.

Tevî hemû zext, êrîş û astengiyên rêvebiriya hikûmetê jî gelek peyamên piştgiriyê ji bo xwepêşanderan tên dayîn. Komek ji 15 parlamenterên parlementoya Kurdistanê ev çend roj in ji bo piştgiriya xwepêşanderan li avahiya parlementoyê dest bi grevê kiriye.

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ew piştgiriya xwepêşandanan dikin û got divê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Xwepêşandanên heyî û asta çalakiyan, bandoreke mezin li ser siyaseta başûrê Kurdistanê jî dike. Hemû kesên alîgirên berjewendiyên gel in, bi şêwazên cuda piştgiriya xwe ji çalakgeran re diyar dikin, lê ev çalakiyên gel ên xwedî maf û hecet îro roj her çiqas gihaştibin asteke girîng û biwate jî di rastiya xwe de bêpêşeng û bêperspektîf e. Gelê herêmê yê ji kevneşopiya berxwedan û têkoşînê tê bi temamî li gor hestên xwe tevdigere û li hemberî neheqiya îro roj li herêmê tê jiyîn, serî hildide.

Bêguman ew baş dizane û dibîne ku kî û çi berpirsê vê bêheqî û newekheviyê ye ku li gel tê ferz kirin. Lewma bêyî guh bide kes an saziyekê li gor derfetê û hebûna xwe daketiye qadan û dengê xwe bilind dike.

Pêwîst e baş bê fêmkirin ku ev çalakiyên bi înîsiyatîfa gel li herêmê bi pêş ketine bi qadekê ango bi bajarekî ve ne sînordar in. Her çi qas adresa ewil a xwepêşandanan bajarê Silêmaniyê be jî li tevahiya başûrê Kurdistanê îro roj çalakî û xwepêşandan hene. Li herêmê di bin kontrola PDK’ê de ne tevî êrîş û qirkirinê hêzên Parastina PDK’ê jî gel li qadan e. Tevî gelek partî û rêxistinên herêmê van çalakiyan wek maf û rewa dibînin jî di serî de PDK û kesên li ser dewlemendiya herêmê pişta xwe payîn kirine, ji bo pêşî li van çalakiyên rewa yên gel bigirin di nav fitneyê de ne.

Serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî jî bi vê erkê rabûye. Piştî civîna encûmena wezîrên Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Divê xwepêşander berê nerazîbûnên xwe bidin Bexdayê.”

Tu  serokwezîrê herêmê be, tu li ser hemû dewlemendî û hebûna herêmê rûnê, tu li ser navê gel bi dijminên sedsala yên vî gelî re peymana îmze bike, tu bi pêkanîn û emelê xwe ve pêşî li gendelî û krîzê vebike, tu bibe sedema gel hejar û perîşan bibe, tu hemû hebûna herêmê pêşkeşî neyarên gelên kurd bike û dema gel dengê xwe dike û doza mafê dike, tu bêje berê xwe bidin Bexdayê. Ger ev ne durûtî be çi ye?

Yê bi Bexdayê re li hev kiriye çekdaran dişîne ser gelê Şengalê tu yî; yê bi dewleta tirk re li hev kiriye û axa başûrê Kurdistanê pêşkeşî dewleta tirk kirî tu yî; yê li ser petrol û dewlemendiya herêmê li gor berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî peyman çêkiriye tu yî û tu dibêjî ez ne sûcdar im sûcdar Bexda ye!

Ev kes henekên xwe bi civakê dikin. Li gor van kesan mafê civakê nîne ku li mafê xwe xwedî derkeve ango mafê wan nîne ku ji vê malbata li ser hebûna gelê kurd bûye xwedî hebûn pirsa tiştekî bikin.

Dîsa PDK bi dewleta tirk re bûye yek û ji bo sîxurên MÎT’a tirk bikaribin bi dilê xwe li başûrê Kurdistanê êrîşan pêk bînin, bi nasmameya pêşmergeyan tevdigerin û nuqteyên kontrolê ji bo wan dane avakirin. Li Zînî Wertê, li Garê, li Heftenînê hêzên weke Gulan, Pêşmergeyên Roj, endamên Parastinê ji bo dor li gerîla bigirin erkdar kirin.

Koordînata kampên gerîla dide dewleta tirk û dibin sedema mirina gerîlayan. Pêwîst e PDK bizanibe ku her gerîlayek li ser axa başûrê Kurdistanê bi destê artêşa tirk ve tê şehîdkirin hêrsa gel ya ji bo PDK’ê hîn zêdetir û kûrtir dike.

Heta bi belgeyan derket holê ku serkirdeyên PDK’ê bi dewleta tirk re odeyeke hevbeş a êrîşên li dijî PKK’ê bi rê ve dibe, ava kirine. Ev ode jî bi erêkirina Mesrûr Barzanî ve hatiye avakirin. Hewceyê bibîrxistinê ye ku ji dema Mesrûr Barzanî hatiye ser erkê û şûn ve dewleta tirk li herêmê wisa êrîşên xwe zêde kirine û bûye xwedî derfet.

Yek ji rojeva vê odeya hevbeş jî valakirina wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û ji hevbelavkirina hêzên Şengalê YBŞ û YJŞ ye. Ev yek jî asta lîstikên li ser gelê êzidî tên meşandin radixe ber çavan. Dîsa derdikeve holê ku şirîkê veşartî yê peymana di navbera PDK û Bexdayê de hatiye îmzekirin dewleta tirk e.

Xelkê Başûr îro ji bo mafê xwe li qadan e bes serokwezîrekî ku ewqas bi ajandaya dagirkeran re kar dike mimkûn nîn e ku li xelkê jî guhdarî bike.

Li gel ku ji firotina nefta Başûr ji bo Tirkiyeyê bi milyonan dolar pere jî bi dest xistine der barê vî pereyî de agahiyeke ku raya giştî pê tetmîn bibe jî heta niha nedane.

Bi tenê serokwezîr Mesrûr Barzanî îdia dike ku van neft nefirotiye Tirkiyeyê, lê hikûmeta Bexdayê ji ber firotina neftê bo Tirkiyeyê ambargo daniye ser herêmê ku Barzanî ji xelkê re dibêje berê xwe bidin Bexdayê û ji wan bixwazin.