spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aykol rojnameya me nirxand

Rojnameger Huseyîn Aykol ku 30 sal in di çapemeniya azad de xwedî kedeke mezin e, di 8’ê çileyê de ji bo destnîşankirina pirtûka xwe ya bi navê “Di Demên Ciyawaz De Jiyan” hat Amedê. Aykol, pirtûka xwe ya ku tê de qala 30 salên çapameniya azad dike, li Pirtûkxaneya Lîlavê, ji xwînerên xwe re destnîşan kir.

Aykol piştî destnîşankirina pirtûka xwe ji rojnameya me Xwebûnê re axivî û têkildarî çapameniya azad û rojnameya me Xwebûnê nirxandin kirin. Aykol, diyar kir ku beriya çapameniya azad, 15 salan di sazî û dezgehên çapemeniyê yên cuda de jî xebitiye û ev tişt got: “Beriya ku derbasî çapemeniya azad bibim jî ez di nav karê çapemenî û weşanê de bûm. Her çiqas wekî çapemeniya azad 30 sal be jî 45 sal in ku di nav karê çapemeniyê de me.”

‘Em îro dîsa li ser pêyan e’

Aykol ê ku bi salan kedeke mezin daye rojnameyê Halkin Gerçegî, Ozgur Ulke, Ozgur Gundemê û hwd. bi van gotinan qala rojnamegeriya kurdî kir: “Ji sala 1992’yan heta niha nêzî 8 rojnameyên kurmancî li bakur hatine çapkirin. Her çiqas ez bi kurmancî nizanibim jî, min hevkariya rojnameyên kurdî kiriye. Pirsgirêkên li ser rojnamegeriya kurdî dizanim. Di hêla belavkirin, çapkirin, derxistinê de xebatkarên me gelek pirsgirêk jiyane. Rojname hatine girtin û pir zêde bedel hatine dayîn. Gelê kurd û hevalên gelê kurd çiqas bedel dabin, rojnameyên me jî ewqas bedel dane. Digel ku bombe hatibin teqandin jî em îro dîsa li ser pêyan e. ”

Rojname pêwîstiyek bû

Di dawiya axaftina xwe de Aykol têkildarî rojnameya me axivî û ev tişt gotin: “Em bi zor û zahmetiyan rojnameyên xwe çap dikin. Me nêzî 60 rojnemayên kurdî û tirkî derxistine. Piştî qedexekirina rojnemeya dawî (Welat) êdî pêwîst bû ku rojnemeyeke bi zimanê kurdî dest bi weşanê bike. Heftane jî be dest bi weşanê kir. Hevî dikim ku emrê wê dirêj be.”