26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bahedîn: Dê di rêveberiya Başûr de guhertinên bi lez rû bidin

Li hember lihevkirina PDK-Tirkiyeyê bertek û nerazîbûn her diçin mezintir dibin. Ji aliyekî ve li hundir û derveyî welat gel û sazî, rêxistin û siyasetmedar nerazîbûnên xwe tînin ziman û derdikevin kolanan. Li aliyê din jî hin kes û derdorên di nava PDK’ê de jî van nerazîbûnên xwe tînin ziman û bertek nîşan didin.

Divê ku guhertinên bi lez rû bidin

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selehedîn Mihemed Bahedîn, duh li baregeha partiya xwe ya li Silêmaniyê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Selehedîn Mihemed Bahedîn, diyar kir ku şêwaza desthilatdariya li herêma Kurdistanê gelek tev li hev û aloz bûye û wê di rêveberiyê de guhertinên bi lez rû bidin.

Encamek metirsîdar

Bahedîn li ser metirsiya derketina şerê navxweyî yê kurdan jî ev tişt got: “Têgihîştin pirsgirêkên siyasî li ser asta herêmên cîhanê bi giştî ji bo çareserkirina pirsgirêkan faktorên bi bandor in. Wê şerê di nava kurdan de jî encamek metirsîdar be.”

180 pêşmergeyan dev jê berdan

Herî dawiyê pêşmergeyên ku hê li ser kar û peywira xwe bûn, biryara çekdanînê, girtin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn. Li gor agahiyên hatine dayîn,180 pêşmergeyên li Kampa Perwerdê ya Etrûşê ya girêdayî bajarê Dihokê diman gotin: “Em ê li dijî gerîla şer nekin” û çekên xwe danîn.