27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îstîxbarata Alman di raporên xwe de kurdan krîmînalîze dike

Lihevkirinên navneteweyî yên li hemberî hemû destkeftiyên kurdan her roj aşker dibin. Hêz û dewletên cîhanê bi armanca têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re xera nebe çavsoriyê li civaka kurd dikin. Peymanên navdewletî de ev yek bi awayekî zelal dixuyê. Her çiqas raya giştî ya cîhanî bi meseleya kurd re ji nêz ve eleqedar bibe jî dewlet li hemberî kurdan dijberiyên xwe bi pêş dixin.

Îstîxbarata Alman a Federal ku bi navê din Saziya Destûra Bingehîn jî tê zanîn rapora xwe ya sala 2020’î weşand. Di raporê de ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi qasî 10 rûpelan dane cih digirin.

Wezîrê Karê Hundir ê Federal ku bi nijadperestiyê, dijbiyanîtiyê nexasi bi dijkurdîtiyê tê nasîn rapor aşkera kir.

Li gorî raporê xizmetguzariya civakî ya rêxistinên kurdan jî wekî kar û barên radîkal û dijberê destûra bingehîn tên nîşandan. Lê belê dewleta Alman xurtbûna rastgiran û zêdebûna şideta rastgiran ji bo destûra xwe ya bingehîn wekî talûke nahesibîne. Li gorî raporê ‘ji ber çalakiyên şidetê yên li Almanyayê’ (rûpel 257) kar û barên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wekî babeta talûkeyê hatiye destnîşankirin.

Ji van yekan jî diyar dibe ku dewleta Alman li ser înkara Kurdistanê tevdigere. Her wiha hat zanîn ku navê Kurdistanê jî di nav neynûkê de hatiye nivîsîn û bi vî yekî xuya dibe ku dewleta Alman navê Kurdistanê wekî navekî xeyalî dihesibîne û nerewa nîşan dide. Lê belê bi vê helwestê înkara Kurdistanê rewa dike.

Di raporê de bi tu awayî behsa veguherîna îdeolojîk a PKK’ê nehatiye kirin û rapor ji xwe re dijminek xeyalî çêdike. Rapor bi hin xalên wekî ‘îndoktrînekirin’, ‘tevlikirina nav refên leşkerî’, ‘rêveberiya otorîter’ û ‘îdiaya nûneriya tenê’ tawanbarkirinan dike.

Di raporê de bi tu awayî behsa şîdeta li dijî kurdan nehatiye kirin. Rapor behsa 10 bûyerên tundiyê yên bi rêxistinên biyanî re pêwendîdar dişke ku li Nîedersachsenê pêk hatine. Lê belê navê PKK’ê di van bûyeran de derbas nabe û jixwe piraniya êrîşan li dijî kurdan bûye. Bi vî awayî Îstîxbarata Alman civakeke bêhtirî milyonek nifûsê wê li Almanyayê heye krîmînalîze dike.

Ji ber ku rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê der barê kurdan de nûçegihaniyê dike û van sûcên Îstîxbarata Alman aşkera dike ew jî tê krîmînalîzekirin û wekî weşana PKK’ê tê hesibandin.

Çavkanî/Yenî Ozgur Polîtîka