30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên Rûsyayê Idlibê bombebaran dikin

Ji Kanûna 2022′yan ve balafirên şer ên Rûsyayê cara yekemîn gelek herêmên Idlibê ku çeteyên Tehrîr El Şam lê hene, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê di saetên sibehê de gelek herêmên Idlibê ku çeteyên ′Tehrîr El Şam’ lê hene, bombebaran kirin. Ji Kanûna 2022′yan ve ev cara yekemîn e balafirên Rûsyayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 5 caran derdora Filêfil û Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kirin. Hemwextî wê, hêzên hikumeta Şamê, Qahîre ya li herêma Sehil El Xab û gundê Enkawî yên li rojavayê Hemayê, her wiha derdora gundê Fitêre yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Duh, di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de, li derdora Kebanê ya li bakurê Laziqiyê serçeteyekî Tehrîr El Şam hatibû kuştin.