21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em bi biryar in faşîzmê hilweşînin’

Jinên siyasetmedar ên Colemêrgê ji bo hilbijartina tura duyemîn ev bang kirin: “Em bi biryar in di tura duyemîn de faşîzmê hilweşînin. Em bang li hemû kesî dikin ku bila xwedî li sindoqan derkevin û dengên xwe bi kar bînin.”

Ji tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê re ku wê di 28’ê Gulanê de pêk bê çend roj man. Bertekên li dijî piraniya tifaqa AKP-MHP’ê ya ket meclîsê û destkeftiyên jinan hedef digirin, didomin û jinan diyar kirin ku wê bi biryara ku bi desthilatdariyê bidin windakirin wê biçin ser sindoqan.

Jinên siyasetmedar ên Colemêrgê destnîşan kirin ku ji bo kuştinên jinan bê rawestandin divê ev desthilatdariya heyî biguhere û di tura duyemîn de piştgirî ji bo Kemal Kiliçdaroglu bê dayîn.

‘Biçin ser sindoqan û hev qayîl bikin’

Hevseroka meclîsa navendî ya HDP’a Colemêrgê Nesîbe Gumuşlu diyar kir ku ji bo tura duyemîn xebatên xwe mal bi mal gund bi gund û tax bi tax dimeşînin û wiha pê de çû: “Di hilbijartina ewil de bi hezaran kesî deng bi kar neanîn. Em li Colemêrgê xwe digihînin kesên ku dengên xwe bi kar neanîne û wan qayîl dikin. Em ji her kesî re girîngiya tura duyemîn vedibêjin. Em dibêjin her dengê tê bikaranîn pêşî li kuştinên jinan digire her deng wê bibe wesîleya derketina hevalên me. Di çûyîna desthilatdariya 22 salan de hêviyê dide. Ev hevî herî zêde hêviyê dide jinan. Divê em hemû di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û hev qayîl bikin.”

‘Guherîna desthilatdariya heyî di destê gelan de ye’

Nesîbeyê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji bo zilm û zextên li ser jinan û gelan bi dawî bin divê ev desthilatdarî biguhere. Guherîna desthilatdariya heyî di destê gelan de ye. Ji bo guherînê divê ji bo Kiliçdaroglu piştgirî bê dayîn. Em xwedî li sindoqan derkevin û dengên xwe bi kar bînin.”

‘Gelê Colemêrgê di 14’ê Gulanê de bersiv da’

Hevseroka navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven jî wiha vegot: “Ji bo hilbijartinan li her derê xebat tên meşandin. Di xebatên hilbijartinan de me bi taybet hewl da em xwe bigihînin hemû jinan. Colemêrg herêmeke ku polîtîkayên şerê taybet û qirêj lê tê meşandinê ye. Bêguman gelê Colemêrgê di 14’ê Gulanê de bersiva vê da. Tevî hemû lîstikên AKP’ê, hevalan seferberî îlan kirin û me sê parlamenterên xwe şandin meclîsê. Em bi biryar in faşîzmê hilweşînin. Hilbijartinên serokomariyê ma ji tura duyemîn re. Xebatên me ji bo tura duyemîn didomin. Em banga xwedîderketina li sindoqan dikin. Bila her kes di vê hilbijartinê de dengên xwe bi kar bîne. Em bi biryar in faşîzmê hilweşînin.”