8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora Îngilistanê ya li ser Tirkiyeyê

Kurdistan Lezgiyeva

Di nav rojnamevan û pisporên tirk de baweriyeke kûr heye ku tim û tim dewletên kûr ên wekî Israîl, saziyên wekî MOSSAD an Gladîo, civakên veşartî yên wekî Freemasons, Skull and Bones, Rosicrucians, Templars, avahiyên hiyerarşîk ên ku aboriya cîhanê kontrol dikin -baronên darayî yên Wall Street, emanetên neftê, pargîdaniyên pirneteweyî- bi sedsalan bi Dewleta Kûr a Îngîltereyê ve hatine girêdan û Îngîltere çalakiyên wan bandor dike.
Li gorî vê, çalakiya siyasî ya ku Rojhilata Navîn di nav xwînê de xeniqandiye berhema Dewleta Kûr a Îngîltere ye.

Piraniya dewletên Rojhilata Navîn ji hêla Îngîltereyê ve hatine avakirin. Sînorên welatên Rojhilata Navîn, di Konferansa Qahîreyê de ya bi serokatiya Churchill li dar ket, hatin xêzkirin. Piraniya serokên van welatan ji hêla Dewleta Kûr a Îngîltereyê ve hatin hilbijartin û li ser peywirên xwe hatin tayînkirin. Nûnerên Dewleta Îngîltereya Kûr, Lawrence, Gertrude Bell, General Allenby, Ord Wingate, Hubert Young, Percy Cox, Herbert Samuel û yên din, ev kadro destnîşan kirin, perwerde kirin û erkdar kirin.

Piraniya kadroyên ku di sedsala 20î de, li Rojhilata Navîn hukum dikirin, di saziyên perwerdeyê yên Îngîltereyê de wekî; Akademiya Leşkerî ya Sandhert, Dibistana Lêkolînên Rojhilat û Afrîkî, Zanîngeha Exeter, Cambridge an Oxford hatin perwerdekirin û ji bo wan hatin tayînkirin, ji meqamên ku ji Dewleta Kûr a Îngîltereyê re xizmetê dikin. Bêguman, di nav dîwarên van saziyên perwerdeyê de, bêhejmar mirovên hêja, dilpak, baş hatin mezinkirin. Lê belê, di heman demê de, tê zanîn ku her yek ji van saziyên perwerdeyê ji hêla Dewleta Kûr a Îngîltereyê ve wekî navendeke perwerdeyê tê bikaranîn. Li pişt derbeya Mossadeghî a li Îranê, derbeyên leşkerî yên li Tirkiyeyê di 1960, 1971, 1980 û 2016’an de, her wiha tevahiya dîroka derbeyên li Misir û Sûriye Dewleta Kûr a Îngîltereyê heye.

Cîhana Anglo-Saxon cîhanek modernîzm û peymanan e
Li gorî baweriyeke bi vî rengî, di nav avahiyên mafyayê yên tirk de, ku jê re Dewleta Kûr tê gotin, pêwîst e ku şaxên Dewletên Kûr ên Amerîka, Îngîltere, Îsraîl, Almanya, Fransa, ango avahiyên veşartî û rêxistinên îstîxbaratê yên Rojava hebin. Hemû rêxistinên Masonî, bi dîtina hebûna veguherîn û avahiyên din ên şaxên wisa, hewce ne ku ji bo dewletên kûr ên biyanî kar bikin.

Dîroknas Profesor Îlber Ortayli di konferansa “Di dîrokê de têkiliyên tirk-înglîzan” de ya ku li Otela Kensington Hilton hat lidarxistin nirxandinên girîng kir û ev tişt anî ziman:
“Cîhana Anglo-Saxon cîhaneke modernîzm û peymanan e. Îro jî, Dewletên Yekbûyî dewleteke gerstêrkî ye. Ew çavkaniyên enerjiyê yên cîhanê kontrol dike. Lê belê, Îngîltere siyaseta cîhana DY’ê kontrol dike. Dewletên Yekbûyî bi destûra dîplomatên brîtanî biryarên girîng didin. Û bêyî destûra wan û bêyî agahdarkirina wan, ew nikarin gavekê jî biavêjin. Amerîkî tenê li dîplomatên brîtanî guhdar dikin. Pergala îdarî, dîplomatîk û zagonsazî ya îngilîz dê li cîhanê ji bo demeke dirêj hebûna xwe bidomîne. Wezareta me ya derve re, li hember hemû cîhanê, bi Brîtanyayê re tu astengî tune ye. Wekî din, têkiliyên bi wê re hîn jî baştir bûne. ”

Daxuyaniyên Balyozê Îngîltere Richard Moore

Yekitiya Ewropayê piştî 15’ê tîrmeha 2016’an hewla derbeyê şermezar kir, kiryarên hukûmeta Tirkiyeyê di serdema piştî derbeyê de bi tundî hat rexnekirin. Gelek welatên endamên YE’yê, di hevdîtinên xwe yên bi şandeyên tirk re, mijarên kiryarên neqanûnî yên li Tirkiyeyê û hem jî êrîşên bê kontrol ên li ser mirovên asayî, rojnamevan, leşker, polîs, zanyar û nûnerên pîşeyên din eşkere kirin. Lê belê, di vê mijarê de nêzîkatiyên Îngîltereyê bi girîngî cuda bûn.

Balyozê Brîtanyayê yê li Enqereyê, Richard Moore, di 23’ê tîrmeha 2017’an de li CNN Turk’ê bi zindî bersiva pirsên amadekarê bernameyê Hakan Çelik da û got: “Piştî derbeya 15’ê tîrmehê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ferman da min ku ez bi tevahî piştgiriyê bidim hikûmeta Tirkiyê. ”

“Li gorî me Tirkiye wekî hevalbendekî NATO’yê bi nirxên Rojava ve girêdayî ye. Tirkiye şirîkê me ye, ku em pir girîngiyê pê didin, ew welatek e ku em wê wekî hevkarekî pir girîng dibînin, hem li vê herêmê û hem jî di asteke pir mezin de. Tirkiye li gelek deverên cîhanê, wek mînak, di pêşveçûna Afrîkayê de rolên girîng dilîze. Li Afrîka, piştî Çînê di karsazî û avahiyê de duyemîn welatê herî bibandor e. ”

Di hevpeyvînekê de Moore got: “Em di mijara Suriyeyê de ji nêz ve bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Têgihiştinên li ser YPG ‘ê li aliyekê, nêrînên me yên li ser tiştê ku divê em bikin da ku em li dijî DAIŞ’ê şer bikin, yek e. Her wiha hewce ye Esed derkeve, dibe ku piştî heyamekê veguhêze, pir dişibe Tirkiyeyê.

Di heman demê de, di mijara çalakiyên bêwext ên der barê ragihandina serxwebûnê de ji hêla kurdan ve, fikarên me yên bi vî rengî hene, da ku ev peyman neyê xerabkirin. Helwesta me di vê mijarê de diyar e; divê em wê bipejirînin. Mafê wan tune ku vê yekê yekalî bikin. Wekî ku min berê jî destnîşan kir, rezervên me hene ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li Iraqê gavên yekalî ber bi serxwebûnê ve biavêje. Ji ber ku ev ne guncan e ku di serdemeke ew qas hesas û xeternak de gavên wiha biavêjin. Bi tevahî, em di mijara Sûriyeyê de bi Tirkiyeyê re ji nêz ve kar dikin û piştgiriyê didin kiryarên wê yên di Operasyona Mertala Firatê de û her wiha hewlên wê yên dîplomatîk ên li dijî rûsan. Tirkiyeyê nîşanî Rûsyayê da ku ew ne dikarin Astana û ne jî pêvajoya Cenevreyê bi kar bînin da ku derbek surprîz bidin. ”

Encam

Piştgiriya înglîzan li pêşiya veguherîna dînamîk bû ku hukûmetê li ser piyan bihêle, lê ragihandina gelemperî bi rengekî balkêş bû. Civaknasê navdar Ali Bulach di xebatên xwe yên destpêkê de teza “piştgiriya bi kadroyên siyasî û îslamî yên welêt re bi yek hêzê” îspat kir.

Di heman demê de rexneyên berfireh li ser awayên cihêreng ên Moore ên danûstendina rasterast bi wezîr û siyasetmedarên AKP’ê re di berbanga darbeya 15’ê tîrmehê de hebûn. Bi rastî, di van salên dawî de pêvajoya piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo tifaqa neteweperest Erdogan + Bahçelî bi firehî hate nîqaşkirin.

Fethullah Gulen, di bersiva pirsekê de ku di hevpeyvînekê de hat pirsîn bi dîtina wî, ka kî, li pişt darbeyê bû. Got ku bi îhtîmaleke mezin ev netewperestên ku ketine nav avahiya artêşa tirk bûn. Balyozê brîtanî ev performans wekî êrîşeke dijber nirxand. Ji ber vê yekê bersiva pirsa kî li pişt neteweperestan e hat dîtin.

Armancên înglîzan ên demdirêj desteserkirina Qibrisê ye. Parastina baregehên wê yên leşkerî li Tirkiye û deverên nêzîkê wê pirseke din e. Wekî din, gotina Erdogan a ku tê de dibêje: “Em hevserokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin in”, nexşeyên înglîzan û hevkarê stratejîk ên DYA’yê yên der heqê Qibris û Rojhilata Navîn de bi navgîniya AKP’ê aşkera dike. Ji ber vê yekê, ew piştgiriyê didin AKP’ê û Erdogan. Wekî din, bi polarizasyona din a cîhanê (Brexit), ew Tirkiyeyê jî ber bi şerekî gengaz ve dikişînin.