26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda Çanda Mezopotamyayê

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di 27’ê îlona 1991’an de ji hêla komek rewşenbîrên ku di nav de Apê Musa, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Fîlîz Oguz, Elî Temel, Huseyîn Sagniç jî hebû, li Stenbolê hat avakirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî wekî şaxeke NÇM’yê hat avakirin. Pîştî ku NÇM li Stenbolê hat sazkirin; li Amed, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Rihayê bi şaxên xwe xebatên çandî bi pêş xistin. Di wê demê de ku kurdî qedexe bû, her tiştî dan ber çavên xwe û berhemên xwe bi israr, bi kurdî çêkirin. NÇM bi fikra li hemberî polîtîkayên bişaftinê yên li dijî ziman û çanda kurdî û nasnameya kurdî ava bû. Armanca avakirina wê xwedîlêderketina zimanê kurdî bû.

NÇM’yê di warê hunerên wekî şano, sînema, muzîk, reqsên gelan û reqsên modern de xebat kirin. Bi xebatên xwe yên komînal li Mezopotamya, Anatolya û Rojhilata Navîn xwest ku bibe deng, reng û zimanê gelan. Di nava 30 salan de şano, sînema, muzîk, wêne û di gelek beşên din de gelek atolye li dar xistin û gelek xwendevan perwerde kirin. Û çanda kurdî gihandin civakan. Gelek komên muzîkê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de kom bûn. Ji Koma Berxwedan bigire heta Koma Sefkan, ji Koma Amed heta Koma Çiya, Koma Agirê Jiyan, Koma Gulên Xerzan, Koma Azad û gelek komên din berhemên gelek giranbuha hilberand.

Di pêvajoya 30 salan de gelek pirsgirêk derketin holê. Polîsan gelek caran bi ser NÇM’yê de girtin, çalakiyên wan asteng kirin. Hunermenden wan binçav kirin û girtin. Herî dawî NÇM ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve di sala 2016’an de bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ve hat girtin, lê ew xebatên xwe heta niha jî didomîne. Rayedaran bi biryarekê NÇM piştî 18 salan ew ji avahiyê wê derxistin. Avahî malê weqfê bû. NÇM’yê 18 salan li vê avahiyê xebat kir. NÇM’ê ev avahî ji bo 35 salan kire kirîbû. Piştî guhartina qanûnê, avahî ji ber sedemên nûkirinê ji bo îhaleyê hat vekirin û çar caran îhale hat çêkirin û du caran NÇM’yê îhale qezenc kir. Lê dîsa jî avahî nedan NÇM’yê.

NÇM’yê xebatên xwe bi fermiyetê û di nava çar dîwaran de sînordar nekir. Her tim bi ruhê parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî û ruhê berxwedanê xebatên xwe berdewam kir.
Rewşenbîrên kurd ji ber ku li Kurdistanê derfet tune bûn, li Stenbolê NÇM ava kirin. NÇM’yê ji bo çanda kurdî gelek xebatên hêja kir. Di serî de jî ji bo ziman û çanda kurdî winda nebe, bi ziman, huner û çanda gelê herêmê re xwest ku peşiya windabûyînê bigire. Vejandina çîrok û stranên kurdî jî di nav armanca wê de cih girt. Bi hunera kurdî re rastiya gelê kurd bi wan da nasîn. 5 hezar stranên ku hatine dizîn ji nû ve vegerandin heqîqeta wan.

Muzîk, sînema û şanoya kurdî çekirin û çêdikin. Kovara Rewşen bi derfetên xwe yên kêm derxistin. Gel ji ber zextên dewlata tirk ditirsiya lê dîsa jî ji xwedî derketina çanda xwe û ji xwebûna xwe dûr nediketin. Di wê demê de her çiqas li ser gel zextek mezin hebû jî gel li saziya xwe xwedî derket. Gel hemû şahiyên wan bi coş hembêz kir. Ji xwe gelek kesan bi tevlêbûna vekirina saziyê jî sekna xwe nîşan da. Bi deh hezaran kes beşdarî mihrîcanên ku her sal hatin lidarxistin bûn. NÇM’yê ji civakê bigire heta kesên ku tune tên hesibandin û yên ku di politikayên bişaftinê re derbas dibin bi hezek mezin hembêz kir. Şahiyên ku tên lidarxistin bi hevkariya hunermendên ermen, erep, laz û roman ve pêk tên. Gelek kesên nekurd û em navên wan ji televîzyonê dizanin, di atolyeyên sînemaya NÇM’ê de hatin perwerdekirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê