26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga ji Cizîrê: Divê sûcdar hesab bidin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê têkildarî danişîna yekemîn a li Dadgeha Makezagonê ya doza mirovên dema şerê li nav bajêr di 2 jêrzemînan de hatin qetilkirin daxuyanî da.

Hevseroka HDP’a navçeyê Guler Tûnç daxuyanî xwed. Guler diyar kir ku di dema qedexeyê de nêzî 300 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Guler anî ziman, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo parastina kesên di jêrzemînan de biryara tedbîrê dabû û wiha got: “Tevî biryara DMME’yê û hewldanên rêxistinên civaka sivîl ew mirov hatin qetilkirin.”

‘Çi ji destê bê em ê bikin’

Guler desnîşan kir ku qetlîam di çarçoveya ‘plana rûxandinê’ de hatin kirin û wiha domand: “AKP’ê bi zext, tundî û qedexeyan hewl da dengê gelê kurd bibire bike. Lê belê gelê kurd li ber desthilata faşîst çok daneanî. Heta dawiyê li ber xwe da. Em peyrewên wan hê jî li qada nin. Ji bo AKP hesabê sûcên kirine bide, çi ji destê me were em ê bikin. Li Cizîrê sûcê mirovî hat kirin. Gelek belge hene, gelek mirovên sivîl hatin qetilkirin. Darazê sûcên AKP’ê meşrû kirin. Ev nayê qebûlkirin.

Guler bal kişand ser danişînê û bag kir ku Dadgeha Makeqanûnê di bin badora AKP’ê de nemine û wiha got: “Divê Dadgeha Makeqanûnê qanûnên navneteweyî esas bigire û binpêkirinên mafên mirovan ên li Cizîrê mehkûm bike. Em bang li gel dikin. Destek bidin têkoşîna Cizîrê ya ji bo pêkhatina edaletê. Divê sûcdar hesab bidin.”

Biryar dîrokî ye

Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr jî diyar kir ku gelek malbatan serî li Dadgeha Makeqanûnê dane lê 180 ji wan hatine redkirin û wiha got: “Îro, Dadeha Makeqanûnê wê biryareke dîrokî bide. Heta pêkhatina edaletê em ê vê dozê bişopînin.”

ŞIRNEX