spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bangên ji bo vegera efrîniyan

Prz. Hisên Îso

Di destpêkê de mafê vegera efrîniyan bo bajar û axa wan li gorî hemû urf û adetan, li gorî hemû rê û rêbazên dînî û mirovî û li gorî mafê mirovan ê navneteweyî, mafekî rewa û pîroz e. Ev maf tenê mafê wan kesan e ku bi darê zorê ji malên wan hatine derxistin û nabe kesek bi vê yekê bazirganî û siyaseta xwe bike. Biryara vegerê an jî mana li cihê ku lê bi cih bûne tenê mafê wan kesan e, mafê tu aliyên siyasî nîne. Ez ne tenê dixwazim efrînî vegerin ser axa xwe lê ez dixwazim heta ew bizin û mihên wan ên hatibûn dizîn jî vegerin ser axa xwe.

Lê ez wekî welatiyekî efrînî ku li derveyî welat dijîm, wî mafî di xwe de nabînim ku ji kesekî re bibêjim vegerin Efrînê an jî venegerin Efrînê. Dibe ku heke ez niha li Efrînê bûma fikir û ramanên min di vê der barê de cuda bûna.
Hinek kes di vê dema dawî de di hin dezgehên medyayê de ‘li def û zirnê didin’ ku xelkê Efrînê vegerin bajarê xwe, lê ji bîr dikin ku çi kesên hewl didin vegerin dibin nêçîra wan çeteyên ku di malên wan de bi cih bûne.

Mijara vegera efrîniyan ne wiha hêsan û ji rêzê ye û wiha bi vegera çend malbatan ev mijar çareser nabe. Vegera çend kesan wekî nuqteyekê ji ava deryayê ye, ji ber ku mijarekî gelekî têkil û tevlihev e. Ji ber ku ew kesên ji malên xwe hatine derxistin niha çete û malbatên ku anîbûn wir li wan malên wan dijîn. Ne tenê jiyanên wan, çeteyan dest danîne ser dar, zevî û mal û milkên wan jî.

Lewre heke bi rastî ENKS dixwaze xelkê vegerîne Efrînê û heke bi rastî ne bazirganiyê bi vê mijarê dike bila bi hevalên xwe yên Muxalefeta Sûriyeyê re ku bi riya çeteyan Efrînê dagir kirine, peymanekê çêbikin, çeteyên di malên wan de bi cih bûne jê derxîne, riyên biewle ji bo vegera wan koçberan bibîne ku vegerin ser axa xwe. Bila peymanekê bi hevalbendên xwe yên tirk û muxalefeta ku ew endamekî wê ye çêbike. Bila mal û milkên xelkê Efrînê li wan vegerîne û wê gavê banga vegera efrîniyan bibîne.
Heke ev ne derew û reklameke vala ya bazirganiyê be, bila ENKS hevalbend û alîgirên xwe yên ku li Libnan, Tirkiye û başûrê Kurdistanê dijîn pêşî bi rengekî biewle vegerîne Efrînê û paşê bangên wiha li gelê Efrînê yê koçber bike.