spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîs û leşkeran li Kurdistanê 922 welatî binçav kirin

Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî mafê mirovan rapora 6 mehan ya li Kurdistanê aşkere kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman rapor xwend û diyar kir ku di 6 mehan de leşker û polîsan 922 welatî binçav kirine û ji wan 161 welatî hatine girtin. Rahşan Bataray da zanîn ku di 6 mehên dawî de 29 polîs û leşker hatine kuştin û 17 polîs û leşker jî birîndar bûne û wiha cih da raporê: “Di van 6 mehan de 129 endamên rêxistinê hatin kuştin. Herî kêm 2 endamên rêxistinê jî birîndar bûne. Di şerê li Garê de 12 leşker û polîs ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn desteserkirin, di êrîşên hewayî de hatin kuştin. “

Tecrîda Ocalan didome

Rahşan Batnaray Saman bal kişand ser tecrîdkirina girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku parêzerên Ocalan ji 7’ê tebaxa 2019’an ve nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin û hevdîtina parêzer û malbatan berdewam dike. Bataray diyar kir ku li girtîgehan ji bo tecrîd bi dawî bibe 270 roj in di greva birçîbûnê de ne û tecrîda li girtÎgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî qanûnên navnetewî û netewî ye.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî  destnîşan kir ku herî kêm  42 kes di binçavan de bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane û herî kêm 54 kes jî li derveyî cihên binçavkirinê yanî li kuçe û malan bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane. Înceoran da zanîn ku 50 girtî li girtîgehan bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane. Di van 6 mehan de polîs û leşkeran bi ser 739 mal û kargehan de hatiye girtine.