4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdana girtiyan bi rengekî kêfî taloq dikin

2 girtiyên siyasî ku 32 sal in di girtîgehê de ne berdana wan ji alî Rêberiya girtîgehê bi awayekî derhiqûqî û bi rengekî kêfî tê taloqkirin û ew girtî nayên berdan  

Aydin Kudat û Abdurrahman Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û ev 32 sal in girtî ne. Malbatên wan diyar kirin ku tehliyeyên wan bi awayekî keyfî tên taloqkirin û wiha gotin: “Rêberiya girtîgehê bi awayekî derhieqûqî gefa ‘heta 36 salên wan tije nebin em ê bernedin’ dixwin.”

Girtiyên bi navên Aydin Kudat (55) û Abdurrahman Guner (54), di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê li ser îfadeyên 2 îtîrafkaran hatin binçavkirin. Kudat û Guner li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Kudat û Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û ev bû cara 3’yan ku tehliyeya wan tê astengkirin. Kudat û Guner diviyabû di 6’ê îlona 2022’yan de bihatina tehliyekirin lê bi hinceta ku di sala 1995’an de li Yozgatê ji ber daxwaznameya ser (statûya dîlîtiyê (qebûlnekirina dîlgirtinê)” nivîsandin di sala 1996’an de salek ceza lê hatiye birîn nehatin tehliyekirin. Di sala 2012’an de ev ceza hate betalkirin û biryara beraetê hate dayîn lê di sala kanûna 2022’yan de hîn bûn ku beraet kirine. Girtiyên ku ji beraeta xwe haydar bûn, ji bo tehliyeya xwe serlêdan kirin lê îcar jî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekirine tehliyeya wan ji bo salekê taloq kir. Lijneyê di kanûna 2023’yan de careke din ji bo 3 mehan tehliyeya wan taloq kir. Lijneyê herî dawî jî di 27’ê adara 2024’an de bêyî ku girtiyan derxîne lijneyê tehliyeya wan ji bo 5 mehan taloq kir.

Ev 32 salin di girtîgehê de ne

Zeynep Guner ku hem dotmama Abdurrahman Guner e hem jî vasiya wî ye, got ku herî dawî di meha sibatê de pismamê xwe dîtiye. Guner, got ku rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye; “Em ê we bernedin. Heta ku 36 salên we tije dibin jî em ê we bernedin.” Guner, anî ziman ku li ser pirsa girtiyan a “Hûn çima me bernadin?” jî rêveberên girtîgehê jê re gotin; “Keyfa me wisa dixwaze û em we ji keyfa xwe bernadin.”

Guner, diyar kir ku tehliyeya gelek girtiyan tê astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî jî girtiyan re gotin ku ji ber poşmantî qebûl nekirine û derbasî qawîşa girtiyên serbixwe nebûne wan bernadin. Di 20’ê nîsanê de ez bi pismamê xwe re axivîm. Min rewşa wî jê pirsî û got; ‘Tu kes li ser rewşa me nasekine. 32 salên me tije bûn. Heta niha tu kesî ji bo me tiştek nekir. Bila çapemenî, parêzer û malbat li ser rewşa me bisekinin. Bila ev bêhiqûqtî xelas bibe.’”

‘Dijminatî tê kirin’

Guner, neberdana pismamê xwe yê 32 sal in girtî weke “bi eşkereyî dijminatiyê dikin” nirxand û wiha pê de çû: “Em vê zîhniyetê ji berê ve nas dikin. Lê dijminatiya li Karabukê pir cuda tê meşandin. Dibêje ‘heta 36 salên te tije nebin ez te bernadim.’ Çawa vê yekê ji xwe re heq dibînin? Pergal, ji bo tirsandina civakê girtiyan li dijî malbatan weke gefekî bi kar tînin. Berxwedana wan berxwedaneke mezin e. Pergal ji vê berxwedana wan ditirse. Heta ji cenazeyên hevalên me jî ditirsin.”

Divê bên tehliyekirin

Di berdewamê de Guner got ku hem girtî hem jî malbatên wan dixwazin derhiqûqtî û mexdûriyetên heyî ji holê bên rakirin û wiha derbirî: “Mîdeyê Abdurrahman diêşe û kekê wî ji ber penceşêra mîdeyî jiyana xwe ji dest da. Lewma em gelek ditirsin. Heke tedawî nebe dibe ku bi penceşêra mîdeyî bikeve. Her wiha ulser gastrîta wî pir pêş ketiye. Fitqa wî ya piştê heye û çavên wî baş nabînin. Gelek nexweşiyên wî hene û dereng dibin nexweşxaneyê. Baş nayê tedawîkirin. Lewma divê tavilê azad bibe û bê tedawîkirin.”

‘Dema li derî tê xistin dibêje Aydinê min e’

Bîrgul Turan ku tehliyeya birayê wê Aydin Kudat tê astengkirin anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya birayê wê baş nîne û nexweşiyên wî yên weke zerik û mîdeyî hene. Turan, diyar kir ku her 15-20 rojan carekê pê re diaxivin lê ev hevdîtin tên qutkirin û wiha axivî: “Dayika min 90 salî ye û li benda wî ye. Dayika min dibêje ‘Bes min ew dîtibûya ku sax ji wir derketiye besî min bû.’ 30 salên wî tije bûne, çima nayê berdan? Çi heqê wan li ser me heye? Çi derdê wan bi me re heye? Dayika min 90 salî ye û li benda zarokê xwe ye. Her cara li derî tê xistin dibêje ‘Gelo Aydinê min hat?’ Dema du kes di navbera xwe de diaxivin dibêje ‘Hûn qala Aydinê min dikin, Aydin hat, rewşa wî çawa ye?’ Heke ev jin beriya kurê xwe bibîne wefat bike, gelo em ê çi bikin? Ew êş dê her bi me re bimîne.”

Nêzî 25 salan e ku kurê xwe nedîtiye

Zahîde Kudat ku ev nêzî 25 sal in ji ber nexweşiya xwe nikare kurê xwe bibîne jî wiha got: “Bes carekê din min bi van çavan ew bidîta. Dixwazim kurê min were berdan. Dixwazim wî bibînim. Ev bû çend sal min ew nedîtiye. Ez nexweş im û li erdê me. Girtîgeh dûr e û nikarim biçim serdana wî. Hema bes carekê min ew bidîta…”

’30 salên din jî di girtîgehê de bimîne dîsa dê li ber xwe bide’

Ramazan Tanriverdî jî li gel Kudat û Guner di heman demê de û ji heman dosyayê hatibû girtin û piştî 30 sal û 7 mehan, di 28’ê adara 2023’yan de hatibû berdan. Tanriverdî got ku ew jî weke hevalên xwe gelek hatiye mexdûrkirin. Tanriverdî xwest ku li ser derhiqûqtiyên li hevalên wî tê kirin were sekinin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha tu hevalên 30 sal in girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê nehatine tehliyekirin. Tu aliyekî hiqûqî tune ye. Heta van hevalan dernaxînin cem şandeyê jî. Lê cezayan lê dibirin. Dîl tên girtin. Bila hiqûqê binpê nekin. Mirovekî 30 sal ên girtîgehê daye ber çavan, 30 salên din jî girtî bimîne dê dîsa li ber xwe bide. Dê tu caran paşvegavê neavêje.”