4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema binçavkirina 9 rojnamegeran hate dirêj kirin

Dema binçavmayînê ya 9 rojnamegerên di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de hatibûn binçavkirin rojekê hate dirêjkirin

Di serdegirtinên malanên ên duh li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnameger Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Dema binçavmayînê ya 9 rojnamegerên binçavkirî hate dirêjkirin. Malbatên rojnamegerên hatin binçavkirin li emniyetê geriyan û jê re hate gotin ku dema binçavmayîna wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.

Tawanbariya ‘Roja rojnamegerên kurd’

Her wiha di girteknameya rojnamegerên binçavkirî de tê fêmkirin ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine binçavkirin. Di girteknameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên rojnameyan îdiaya “têkiliya bi rêxistinê re” hatiye kirin. Her wiha di girteknameyê de cih dan daxuyaniya Yekitiya Ronakbiriya Demokratîk (YRD) a têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd û hat îdiakirin ku rê nîşanî rojnamegeran daye.