27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berê çeteyên xwe didin Tûnisê

Li gorî malpera Sky News’ê planeke Ixwan El Musilimîn heye ku çeteyên xwe yên li Lîbyayê bişînin Tûnisê û vê carê jî destwerdana wî welatî bikin. Heta niha bi dehan çeteyên ku ji Sûriyeyê biribûn Lîbyayê di dema hewldana wan a derbaskirina sînorê Tûnisê de hatine girtin. Her wiha tê idia kirin ku hewldanên wan hene ku sûîqastekê li dijî serokê Tûnisê Qeys Seîd bikin.

Piştî daxuyaniya serokê Tûnisê biryara xwe ya cemidandina parlementoyê ya ku di bin desthilatiya ixwanan de ye, aşkera kir di cih de çeteyên di bin kontrola ixwanan de ji Lîbyayê berê xwe dane Tûnisê.

Di heman demê de serokê konseya bilind a ixwanên Lîbyayê Xalid El Muşrî daxuyaniya serokê Tûnisê wekî darbeyê bi nav kiribû. Piştî wê jî hevdîtinên di nava rêxistina ixwanên Lîbya û Tûnisê de çêbûn û pêre pêre derkete holê ku gelek çete di dema hewldana derbaskirina sînorê Lîbyayê de hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tûnisê heta niha 27 çeteyên sûriyeyî li ser sînor hatine girtin û radestî hêzên ewlekariyê hatine kirin.

Her wiha li gorî rojnameya Şirûq a tûnisî Hêzên ewlekariyê hewldaneke kuştina serokê Tûnisê Qeys Seîd vala derxistine. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê kesê ku bi hewldana sûîqasta Seîd tê tewanbarkirin çeteyekî ji Sûriyeyê ye û li baregeheke Lîbyayê hatiye perwerdekirin.

Her wiha tê gotin ku li baregeha Wetiya ya Lîbyayê ku di bin kontrola artêşa tirk de ye derdora 100 çeteyên perwerdekirî hene û ji bo derbasî Tûnisê bibin hatine amadekirin.