26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Reş

Kuştina ciwanê Reş ê bi navê George Floyd û bertekên li dijî vê kuştinê dîroka tevgera hemwelatiyên Reş ên li DYA’yê û têkoşîna wan a ji bo wekhevî û azadiyê ji nû ve xist rojeva mirovahiyê. Ji dirûşma ‘kesên Reş jî mirov in’ heta dirûşma ‘jiyana mirovên Reş bi qîmet e (Black Lives Matters)’ çend nifş derbas bûn; çend mirovên reş bûn qurban; lê nijadperestiya spî û cureyên wê hîn jî xelas nebûn.

Di sala 1955’an de roja 1’ê kanûnê jina Afroamerîkan a bi navê Rosa Parks ji ber ku li seyareya giştî (otobês) de ji cihê xwe ranebû û rê neda keseke spî ji otobêsê hat peyakirin û dû re polîsan ew binçav kir. Tê dizanîn li Amerîkayê heta sala 1964’an zagona ‘jihevcudakirina nijadan’ derbasdar bû. Li gorî vê zagonê hemû cihên jiyanê yên mirovên Reş û spî ji hev hatibûn veqetandin. Kesên Reş nikaribûn tev li war û jiyana mirovên spî bibin. Heta hemû der bi nivîsên wek ‘tenê ji bo spiyan (Whites only)’ an jî ‘tenê ji bo rengînan (Coloreds only)’ hatibûn destnîşankirin. Rêwîtiya seyareyan jî li gorî vê zagonê hatibû sererastkirin. Ango mirovên spî li pêş û yên Reş li paş rûdiniştin. Her wiha mirovên Reş dikaribûn li cihê navîn rûnên, lê dema keseke/î spî siwar bibûna mecbûr bûn cihê xwe bidin kesa/ê spî. Rosa Parks li dijî vê zagona nijadperest helwesta xwe nîşan dabû û ev çalakî bû sembola têkoşîna Tevgera Hemwelatiyên Reş. Piştî çalakiya Rosa Parksê demeke dirêj mirovên Reş wek protesto li seyareyên giştî  siwar nebûn. Protesto û boykotên hemwelatiyên Reş demek şûn de encam dan û rayedar neçar man di seyareyên giştî de jihevcudakirina li gorî nijadan rakin. (Dixwazim li vir kevanekê vekim û keda Claudette Colvin bidim xuyakirin. Lewre 9 meh beriya Rosa Parksê, Colvin heman çalakiyê di seyareyeke giştî de pêk anîbû. Lê ji ber ku Colvin ducanî bû û nezewicandî bû, tevgera Reşan bi fikara ku dê ducanîbûna Colvinê girîngiya çalakî û tevgerê kêm bike, çalakiya wê dernexistin pêş.) Împaratoriya tirsê bi wêrekiya jinekê hilweşiyabû. Di salên paş de gelek xelat dan Rosa Parksê. Seyareya Rosa Parksê tê de çalakiya xwe pêk anî, niha li Muzeya Henry-Ford tê pêşandan.

Di dîrokeka nêz de, di sala 2016’an de lîstikvanê gokê  di  dema xwendina sirûda neteweyî ya DYA’yê de ranebû ser lingan, rûniştî çongê xwe tewand. Bi vê helwesta xwe xwest balê bikişîne ser şîdeta polîsan a li dijî Reşan. Xwepêşandana wî ya ‘çongtewandinê’ di salên derbasbûyî de bû sembola helwesta li dijî şîdeta li ser mirovên Reş. (Hin kes vê seknê bi sekna Martin Luther King ve girê didin.) Piştî kuştina George Floyd dîmenên kesên çongtewandî ketin ser medyaya civakî. Nîşane/seknên bi vî rengî bingeha xwe ji vê helwesta Kaepernick distînin. Kaepernick ji ber çalakiya xwe kariyera xwe û karê xwe winda kir. Du sal şûn de markaya sporê ya mezin ‘Nike’ Kaepernick û sekna wî ya li dijî nijadperestiyê kir mijara markaya xwe. Gotina wî ya ‘ger bedela wê her tiştî windakirin be jî, baweriya xwe bi tiştek bîne’  wek dirûşm bi kar anî.

Rasîzma sîstematîk a li dijî Reşan ne tenê pirsgirêka Amerîkayê ye bêguman. Li gelek welatan mirovên Reş ji ber rengê xwe, bi êrîşên nijadperest re rûbirû dimînin. Li Almanyayê di salên derbasbûyî de dîskrîmînekirina Reşan, bi taybetî bi penaberiya afrîkiyan hîn zêdetir bû. Di kanûna sala 2004’an de ciwanê penaber ê bi navê Laya-Alama Condé yê ji Sierra Leoneyê bi şewba tiryakê hat girtin û di binçav de ji ber bikaranîna dermanê vereşanê ya bi darê zorê jiyana xwe dest da. Ev bûyer di nav raya giştî de bi bertekeke gelek mezin deng veda. Her çiqas di dadgeha yekemîn de polîs sûcdar nehatibe dîtin jî, di darizandinên paş de ev bûyer wek kuştineke bi zanebûn hat diyarkirin. Hikûmeta alman lêborîna xwe ji malbatê xwest û dermanê vereşanê hat qedexekirin. Niha wêneyê Laya-Alama Condé li odeya gerînendeya polîsê Bremenê daleqandiye.

Xala ku ev her sê bûyeran di çarçoveyekê de digihîne hevdû, çongtewandina pergalê ya li hemberî berxwedana Reşan e. Di nav sîstema heyî de li dijî sîstema heyî têkoşîn rastiya berxwedanên demê ne. Di nav pergalekê de şerên du pergalan tên hemberî hev. Ji hêlekê de berxwedan û bedelên tên dayîn, pergala heyî gavek paş de dixîne. Ji hêla din ve di vî şerî de her alî dixwaze eniya xwe xurtir bike û bandorê li ser a din bike. Û hêla herî dawî ev pergal her çiqas bi gelek awayan qirêj û nexweş ketibe jî, hîn nikare puxteyên wijdanê yên mirovahiyê tune bike. Mirovên nav wê, xizmetkarên wê jî carcaran ji rêbazên wê dikevin şikê. Bikaranîna berxwedanên mînakên jor ji hêla pergalê ve her sê aliyên vî şerî bi carekê nîşanê me dide. Niha merîfet di mezinkirina vê ‘şik’ê  de ye.

*Peyva “Reş” ji hêla tevgerên Reş ve ne wek rengdêr, lê wek xwepênaseyeke polîtîk tê dîtin û bikaranîn. Ji ber vê yekê jî mezin tê nivîsin. Ez jî hurmetê nîşanî vê helwestê didim û bi heman awayî bi kar tînim.