8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Beşên kurdî ji bo me nehatiye avakirin’

Li Tirkiyeyê cara yekem di sala 2009’an li Mêrdînê beşa zimanê kurdî bi navê ‘Yaşayan Diller Enstûtîsî’, li du Mêrdînê başa Ziman û Wêjeya Kurdî li Mûş û Çewlîgê vebû. Beşa Ziman û Wêjeya Zazakî jî wek Beşa Kurdî bi hêviyên mezin li Zanîngeha Mûnzûr û Zanîngeha Bîngolê hat vekirin.  Avakirina beşan her çiqas kelecanek çêkiribe jî encam wek ku dihat hêvîkirin nîn e.

Dema beş vebû kontenjanên ku hatin diyarkirin zêde bûn û pûanê bicîhkirinê jî ji 60’î zêdetir nînbû. Bi hezaran kesên ku lîsans û lîsansa bilind a beşê xwendine li hêviya vekirina kontenjanên mamostetiya beşê ne ku karibin bi zimanê zikmakî perwerde bidin.

Wezareta Perwerdeya ya tirk di 5’ê adarê de ji bo bi cîhkirina mamosteyan daxuyaniyek da, li gor daxuyaniyê wê li Tirkiyeyê û Kurdistanê di sala 2021’an de bi tevahî 20 hezar mamoste werin bi cîhkirin. Di nav 20 hezar mamosteyî de tenê 2 mamoste ji bo beşa kurmancî mamosteyek jî ji bo beşa kirmanckî wê were bicîhkirin.

Em li ser Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û beşa Ziman û Wêjeya Zazakî bi mezûnên beşê Zeynep Şemdînlîoglû, Berfîn Çalan û Necat Erol re axivîn.

Ji bo ziman serdema zêrîn bû

Zeynep Şemdînlîoglû ya ji Zanîngeha Artûkliyê mezûn bûye diyar kir ku berî dest bi beşê bike derheqê beşê de tiştek nizanibiye û wiha axivî: “Serdema ez li zanîngeha Artûklûyê bi cîh bûm serdemek geş bû. Qewlî hin mamosteyên me ve ‘serdema zêrîn’ bû. Helbet ev hêvîya xwendekar, mamoste û zimanhezan jî berztir dikir. Bi îxrackirina hin mamosteyên me yên hêja ew motîvasyon û xweşiya berê jî kêmtir bû. Helbet ev guherînên navborî rengê xwe dan dahatûya me xwendekaran jî.” 

Şemdînlîoglû destnîşan kir ku rewşa beşê bi xirabûna atmosfera siyasî guheriye û ev tişt anî ziman: “Rewşa bicîhbûna mamosteyan her diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Ev nediyariya siberoja beşê tim di serê xwendekar û mamosteyan de zindî ye. Ji ber vê yekê xwendekarên beşa kurdî ji xwe re li riyên cuda digerin. Lê belê tu tişt û xebat bi qasî qada mirov ya eslî bextewariyê nade mirov.”

Beş hêviyek mezin bû

Berfîn Çalan ji beşa Ziman û Wêjeya Zazakî mezûn bûye. Çalan da zanîn ku ew niha di îstasyona petrolê de dixebite û wiha got: “Ez bi hêviyeke mezin çûm beşa zazakî û min dixwest bi zimanê xwe xizmeta nifşên nû bikim. Min 5 sal zanîngeh xwend lê tiştên ku ez di nav malbatê de fêr dibûm ji zanîngehê fêrnebûm û dema ku ji beşê mezûn bûm min dît ku ji bo xebatê derfet tune wê demê min dît ku zanîngehê ji bo me venekirine.”

Hêvî û rastî wek hev nînin

Yek ji mezûnên başa Ziman û Wêjeya Kurdî jî Necat Erol e. Erol got dema hilbijartina zanîngehê hem di ezmûna werzîşê de hem jî di ya ezmûnên zanîngehê de du beşên cuda bi dest xist lê ji ber hezkirina ziman çûm beşa ziman û wiha pê de çû: “Tiştên ku ez difikirîm û min li beşê dît ne wek hevbûn. Xeynê çend mamosteyên qedirbilind mamosteyên ku ders didan bi nas û dostan hatibûn beşê. Ji ber wî jî ji alî dersan ve beş qels bû.”

Erol bal kişand ser kontenjanên Wezareta Perwerdehiya Tirk û wiha axivî: “ Piştî em mezûn bûn êdî em dizanibûn ku em ê di mamostetiyê de bi cih nebin. Me jî rêyên cûdatir da pêşiya xwe. Min 2 salan elokan xwedî kir niha jî karê kurmikên hevreşîmê mêzedikim û darên fistiqên Sêrtê datînim.”

Di dawiya axavtina xwe de Erol got ku peywira herî bi rûmet û pîroz ziman e û wiha derbirî: “Ziman mijareke civakî ye û divê bi organîzasyonek pêşketî ev mijar di rojevê de tim were girtin.”