26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî diyar bû

Encama 8’emîn pêşbirka Helbestan a Arjen Arî bi daxuyaniyê hat aşkerakirin. Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor têkildarî mijarê daxuyanî dan û hat gotin ku ev pêşbirk dê gelek helbestvanên jîr bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan wêjeya kurdî bi pêştir ve biçe.

Têkildarî mijarê wiha hat gotin: “Îsal cara 8’emîn li ser navê Arjen Ariyê şaire gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Îsal 9 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Evîn Şikakî, Îrfan Amîda, Mueyed Teyîb, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Piştî nirxandinên ewil dengdan pêk hat û li gorî vê du dosyeyan weke hev dengdan wergirtin. Loma jî di merhaleya duyem de puandan pêk hat û li gorî pûandanê dosyeya ku herî zêde pûan stend îsal hêjayî xelatê hate dîtin. Weke encam dosyeya Welat Esen bi dosyeya xwe ya bi navê Ev Rû, Ev Xerîbî hêjayî xelatê hate dîtin.”

Esen 26 sal in girtî ye

 Welat Esen ê xelat wergirt di sala 1973’an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê, di beşa Mamostetiya Dîrokê de xwend. Di berfanbara 1995’an de li Îzmîrê hat girtin û 26 sal in girtî ye. Niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.

Xelata rûmetê dan Înanir

Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor, di daxuyaniyê de diyar kir ku îsal Kadîr Înanirê lîstikvanê sînemayê hêjayî xelata rûmetê hate dîtin û wiha got: “Heke rewşa pandemiyê destûr bide dê merasîma xelatdanê rû bi rû bê lidarxistin, heke na dê bi awayeke online li dar bikeve. Derheqê merasîmê de em ê di rojên bê de agahî bidin raya giştî. Weke her sal, em daxuyaniya xwe dîsa bi bangekê bi dawî dikin: gelî canik û camêran ji bo sala bê pêşbirkê bişopînin û helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin. Em bang li sazî û dezge û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin. AMED