26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Tecrîd biryara siyasî ye

Rêxistina HDP’ê li Park Otela Şîrîn a Edeneyê bi gel re civîn li dar xist. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’î ne, li her derê ne” de beşdarî civînê bûn. HDP’iyan li otobana Edeneyê heyeta HDP’ê pêşwazî kir. HDP’îyan bi konvoyekê li nava bajêr geriyan. Karwan piştre derbasî Park Otêla Şîrînê bû û li vir cîna gel li dar xistin. Li hêwana otêlê pankartên “Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin”, “Em HDP’î ne, li her derê ne!” û “Ji bo azadiya jinê em HDP’î ne li her dere ne!” daliqandin. Parlementerên HDP’ê Tula Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM’ê yên HDP’ê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bilêv kir ku jin li her derê têdikoşin.

Beştaş, ji bo tecrîda li Îmraliyê jî destnîşan kir ku tecrîd biryareke siyasî e û îqtidar qanûnên xwe nas nake û wiha got: “Armanceke vê tecrîdê heye. Dixwazin ji Ocalan xelas bibin. Ocalan, tim dibêje aştî. Kesên pêvajoya çareseriyê qedandin, xwe jî qedandin. Em ê tecrîdê  jî bişikînin, aştiyê jî bînin. Em ê tim hebin.”

Hevdîtin bi berzkirina “Bijî berxwedana zindana” û “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan 