26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî DAIŞ’ê meşiyan 

Bi nêzîkbûna salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an a êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re, jinên Êzidî bi armanca protestokirinê dest bi çalakiyan kirin. Di çalakiyan de ferman şermezar kirin û daxwaza naskirina ‘Xweseriya’ Şengalê kirin. Jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li sûka ku jinên Êzidî dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, hatibûn zincîrkirin û reş hatibûn pêçan, meşek girseyî li dar xistin.

Bi sedan jinên ku tev lî meşe bûn, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê desmalên spî pêçan. Di refên pêş a meşê de jî komek jin bi armanca protestokirin û bibîrxistinê, xwe reş pêçan û destên xwe zincîr kirin.

Jinan di meşa de pankartên “Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire” û “Bimre Îxanet” rakirin.  Jinan li aliyê din wêneyên dema fermanê hildan û dirûşmeyên “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “We çi divê Xweserî” qêriyan.

‘Jin jenosîdê qebûl nakin’

Endam TAJÊ Şemê Remo piştî meşê destnişan kir ku îro ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an wan li Suka Kevin meşek li dar xist û wiha got: “Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin. Ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Lê em ê bi têkoşîna xwe bi herkesê bidin qebûlkirin ku jenosîda li ser Êzîdiyan pêkhatiye, nas bikin.”

Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî axivî û got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li vê sukê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şûnde em heya ku xweseriya xwe ava nekin emê her tekoşîna xwe bidomînin. Ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin.”

Jin ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin

Herî dawî berdevka TAJÊ Sebiha Sebrî daxuyaniya TAJÊ xwend û wiha got: “Em dikevin 7’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tabaxa 2014’ an. Bi dehan keçên Êzidî ji bona nekevin nava lepên hovên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin. Damarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Di rojên herî zor û zehmet de, şagirt û şervanên Rêber Apo ji çiyayên azad û rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şingalê û bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ ji bona parastina civaka Êzidî bi sedan şehîd dan. Bi mudaxeleya şervanên azadiyê re rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî hat girtin.”

Jinan diyar kirin ku dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan 