28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Kesên berpirsyar hewceye bên cezakirin

Garîbe Gezera ku di Girtîgeha Kandira ya Tîpa F’yê de dima jiyana xwe ji dest da.Rêveberiya girtîgehê xeber da malbatê û îddîa kir ku Garîbe Gezer xwe kuştiye.

Têkildarî mijarê parêzer Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got: “Li gor agahiyên bi me re hatin parvekirin muwekîla me Garîbe Gezer xwe kuştiye. Ew mexdûrê îşkenceyê bû. Di hucreyedê dima. Midûrê girtîgehê telefonî xwîşka wê kir. Mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya çûn girtîgehê.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî  der barê mirina Gezer de ev tişt got: “Yên ku di der barê tacîz, tecawuz û îşkenceyê de tu gav neavêtine, bila bizanîbin ku destê wan jî di vê mirinê heye.” Beştaş da zanîn ku ev bûyer cinayetek e û xwest der barê berpirsyaran de lêpirsîneke lezgîn bê vekirin.

Hewceyî gotinêye ku Garîbe Gezer, bi rêya parêzeran û di nameyên şandibûn de ragihandibû ku bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, bi awayekî sîstematîk tê îskencekirin û gardiyanan tecawizî wê kiriye.