26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerma mirovahiyê

Hêvî/asoyan di çavên me de çendî xwe bêhêvî nedikir; lê xem û keseran li ser rûyê me, xwe di zikê şevê de veşartibû. Bêçarebûn her diçû li ser şevê serdest bibû. Qelereşên serdema tarî û kralên tazî, her şev li keleka dilê me û li ber çavên me, keçên ciwan, bedew, weke heyva çarde şevî ku mirov fedî dikir li rûyên wan meyze bike, bi nişka ve cihê nediyar ve dibirin. Ji wan hinekan, careke din qet agahî ji jiyan û serpêhatiya wan, nehat girtin!…
-Firmêskên dayê Gewrê li ser hinarkên rûyên dihat xwarê, bi destê xwe avêt xavika xwe ya spî rûyê xwe pakir; dema ku serê xwe dihejand êşa ku ji kezeba wê dihat û li ser rûyê wê dida der. Di ber xwe de jî, ji Tawisê Melek re wiha lave dikir, “ya xweda! Ev çi şerê man û nemanê ye”! Peyvên çîroka xwe ji me re bi berdewamî wiha domand:
“Di zindana Badûşa de, xwarina me ya sibê, tenê kerteke simûn û hêkek bû. Caran jî êvaran şorbe didan me; lê şorba wan weke heriyê bû. Kesê nedixwar. Piştî zindana Badûşa, em weke keriyên pez miçandîn; jinên wekî min, temenmezin, ji nav jinên sîh û çil salî bijartin û em birîn Mûsilê. Berî wê rojekê, bûka min a biçûk û neviya min ji kelêka min birin, her du bûkên min ên hewî jî, birîbûn Reqayê. Tenê min agahiya firotina wan bihîst. Hal di giyanê min de nema bû. Li hemberî civaka êzidî, şerm li ser rûyê mirovahiyê çiriyabû. Xwedayên bêmaske ji bo qelandina me hatibû, xezebê. Ez çi qas digiriyam jî, lê bê feyde bû.

Heyam/heyama tariyê û serdema bêbextiyê bû. Serçeteyên DAIŞ’ê dayê Gewrê, gelek dayikên pêre; mîna jinên Afrîqayê ku çawa di bin mêtingeha Amerîkayê de hatinbûn kolekirin, weke xidamtiyê heta jiyana xwe ya dawî, li malên mêrên spî hatibûn bikaranîn. Ji bo dayê Gewrê û jinên êzidî ku weke sewalan di sûkên Mûsil, Reqayê de hatibûn firotin, ew çerx hatibû dubarekirin. Serçeteyên DAIŞ’ê zêdetirîn deh caran dayê Gewrê bi taybet li malên xwe, karên herî giran pê dabûn kirin.”

-Piştî kêliyeke bêdengî ku em jî li ber çîroka xiyanetê, firmêskên me jî tev li firmêskên dayê bibû; lê hêvî di çavên wê de dibirîqî, bi berdewamî wiha got:
“Şeva ku em gihiştin Mûsilê, ez û hevala min Gulê birin maleke serçeteyê DAIŞ’ê. Çetên ku em anîn Mûsilê, em firotibûn serteçeyeke ku jêre digotin ‘fermadar Nebû’ Jixwe di dewlemendiya mala wî de diyar bû ku ew keseke paye bilind bû. Sê jinên wî û komek zarokên wî hebûn. Ji me re gotin ‘hûn ê hefteyekê li vê malê xizmeta zarokên me bikin’. Wê şevê ez û Gulê qet raneketin, heta bû berbanga sibê, em giriyan; lê tenê fêrmisk rijandin têra vê heyama reş û bêbextiya li ser me de hatîkirin nebes bû. Heyyy xwedayoo! Ev çi zilm, çi zordarî, çi hovîtî bû!..

Piştî ku hefteya me temam bû, ez û Gulê, ji hev cuda kirin, ez birim li maleke din. Ev ji bo min û Gulê hîn êşeke din mezintir bû. Ez û Gulê bibûn hewrên êş û kederên mezin. Beyoma zilmê destên me ji destê hev qut kiribû. Êdî tiştek nedihat bîra min, tenê neviya min û Gulê dihat bîra min. Mala ku ez birimê, jina serçete, destanê têxist destê min û her firax li min dida şûştin. Û caran jî li min dida. Bi erebî ji min re digot ‘hûn pîsî û şeytan in’ Tenê min gotina wê ya ‘hûn pîs û şeytan in’ fam dikir…

Nêzî mehekê di nava wê bêrûmetiyê ku bi serê çi beşaran de neyê, êzidî dîtin, mileteke din nebine. Di fermana 73’an de ji bo me, dinya wêran bibû. Li ser rûyê cîhanê, fedî û eyb nemabû. Rondikên çavên min êdî ziwa bibû û min nedizanî êdî rondikên çava çi ye?! Weke darek hişk li min hatibû. Serçeteyên DAIŞ’ê tevî wê malê ji bo xidamtiyê, ez firoştibûm deh malên din. Yek ji yekê xiraptir û kembaxtir bû. Pir caran jî ji bo min bitirsîne, gotinên gelek xirap ji ol û baweriya me re digotin. Caran jî bi gotinên xwe tacîz dikirin. Rûmeta min a jin û dayiktiyê bi destê wan de, rastî gelek pêkûtiyên xirap hatibû.

Li ser xaka pîroz Şengalê, çendî car mehşera qiyametê rabibû, kesê nizaniya! Lê gotin di cih de be qiyameta bêbextî, xiyanet û rûreşiya dîrokê û şerma mirovahiyê li ser civaka êzidî ya qedîm û cih û warê kurdên resen pêk hatibû. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi hevkariya çeteyên PDK’ê pêk hatibû. Çeteyên DAIŞ’ê dîlên ku sûkên Mûsil, Reqa, Teleaferê, carek din hinek ji wan dîlan, berdîlên bazarên cuda firoştibûn ‘pêşmergeyan’…”
-Her sê bûkên dayê Gewrê bi destên şervanên YPG û YPJ’ê hatibûn rizgarkirin; lê naviya wê Rihan, hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Dayê Gewrê bi hêviyke mezin, bi taqet û quweta Tawisê Melek, dibêje, Rihana min jî wê bi destê şervanên YPG û YPJ’ê bê rizgarkirin, bi hêvî, careke din kêliyên çîroka xwe berdewam kir.

“Kêliya ku min agahiya kuştina Heyder bihîstibû, çokên min ji ber min ve ne radibû û hişê min di serê min de çûbû. Çîroka kuştina Heyder, koma mêrên êzidî, hîn zêde eyba mirovahiya mezintir kiribû. Qaşo ‘Pêşmergên PDK’ê’ ji mêrên gundê Gir Zerkê, Koço û Sibaya Şêxidir gotibûn; Bi sozdayîna ku ‘em ê we ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin’ çekên wan jê girtibûn; lê belê li wan xayîn derketibûn, weke pezê bêşivan, xistibûn lep û devê gurên çeteyên DAIŞ’ê. Çetên DAIŞ’ê bi zora ku hûn ê bibin misliman, bi dilên reş, çavên sor fermana wan înandibûn!…

Dema ku gotegotên kuştinên mêrên êzidî hatibûn guhê me, serçeteyeke DAIŞ’ê xwe nêzî min kir û got ‘ji ber pîrbûna we her çi qasê qîmeta we nebe jî, lê dîsa jî me we pereyeke baş firot. Kesên we firotin me, em carek din we difiroşin wan.’ Bi acizî didanên xwe li me qîç kirin û gotin ‘Xwe amade bikin hûn ê biçin Duhokê’. Bi vê bêbextiya xiyanetê, çeteyên DAIŞ’ê gelek jinên weke min temenmezin, bi planên veşartî û berdîlên bazarên qirêj firotin ‘pêşmergeyan’. Piştî Duhokê yekser em hatin cih û warên xwe Şengalê.” (dawî)