8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiliçdaroglu serdan Malbata Şenyaşar kir

Nobeda Edaledê ya Malbata Şenyaşar ji 9 adara 2021’î ve didome. Di roja 276’emîn de Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kılıçdaroglu û şandeya CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar kir.

Emîne Şenyaşar ji şandeya CHP’ê re qala têkoşîna xwe ya edaletê û nexweşiyên xwe yên ku zêde bûne kir. Pişt re jî Ferît Şenyaşar dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser komkujiya pêkhatî  û wiha got: “Komkujiyeke bi organîzekirî pêk hat. Ji ber ku di yên nav komkujî pêkanîn de parlamenter heye ji ber vê jî kes dozê venake. Nêzî salekê ye em li ber edliyeyê ne. Dozger ji me direvin. Dozger bûyerê dizanin.”

Parêzerê malbatê Bulent Duran jî agahiyên der barê dosyeya dozê de bi Kiliçdaroglû re parve kir û ev tişt anî ziman: got: “Komkujiyek pêk hat. Wezîrê wê demê got, tu têkiliya malbatê bi rêxistinekê re nîne. Ev malbata me tenê esnaf in lê bi komkujiyeke hovane re rû bi rû man. Tu kes nehat girtin. AKP’ê komkujiyek kir û ji xwe re kir ranteke siyasî. Em ji bo malbatê û her kesî edaletê dixwazin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu têkildarî mijarê wiha got: “Em ê bi hev re edaletê bînin. Kujer kî bin em ê bi hev re derxin holê. Hûn edalet ê, em ê jî peywendiyên siyasî bibînin. Divê her kesê xwedî wijdan bi malbatê re be. Ev ne rewşeke asayî ye. Ev doz doza dayika ku zarokên xwe winda kiriye ye. Her kesê ku dibêje em mirov in, divê ji bo vê dozê rabin ser piyan. Tu eleqeya vê meseleyê bi çep, rast û partiyekê re nîne. Ev têkoşîna edaletê ye. Em çawa qêrîna dayikekê nebihîzin?”

Kiliçdaroglu anî ziman ku komkujî li ber çavên dayikê pêk hatiye û wiha domand: “Çiqas dozger hatin guhertin. Em zextên siyasî jî dizanin. Hemû agahiyên qetliyamê li holê ne. Kes newêre gavekê bavêje. Çima? Ji ber ku wekîlek tê de heye. Dayik dibêje ez mafê xwe yê edaletê dixwazim. Helbet zarokên wê venagerin, lê dixwaze agirê dilê wî vemire. Çawa ku tu vê dozê dişopînî, ez ê jî wek lawekî te û birayê te vê dozê bişopînim.”