26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan digihêje salên 1920’an. Li Kurdistanê ne tenê artêşa tirk, her wiha hêzên din ên mêtinger jî di demên cuda de dema ku pêwîstî pê dîtin gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Sûcê destpêkê yê bi gaza kîmyewî li dijî gelê kurd hate kirin, di nava salên 1920’î de bû

Nivîskarê malpera Welat Weysî Tallî di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişan ser bikaranîna çeken kîmyewî yên li Kurdistanê. Nivîsa Tallî ya der barê mijarê de wiha ye:

“Dema mijar dibe kurd û Kurdistan, her kes çavê xwe lêdigire û ji nedîtî ve tê. Taybet nîvê sedsala 20 û serê sedsala 21’ê gelê kurd gelek êşên mezin kişand. Ji qirkirina Geliyê Zîlan bigire heta Dêrsim, Agirî, Mereş û Newala Qesaban, rojava û başûrê Kurdistanê êrîşên ku qira kurdan bînin, hatin kirin û hê jî tê kirin.

Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan digihêje salên 1920’an.

Li Kurdistanê ne tenê artêşa tirk, her wiha hêzên din ên mêtinger jî di demên cuda de dema ku pêwîstî pê dîtin gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Sûcê destpêkê yê bi gaza kîmyewî li dijî gelê kurd hate kirin, di nava salên 1920’î de bû. Li başûrê Kurdistanê li dijî berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî, îngilizan bi balafiran gazên kîmyewî bi kar anîn û ji 5 heta 10 hezar kurd hatin qetilkirin. Li gorî hin çavkaniyan ji rêveberên wê demê yên dewleta îngiliz Wînston Chûrchîll di çarçoveya ‘Fermana bikaranîna gazê li dijî eşîrên hemdem nebûne’ li dijî kurdan gaz bi kar aniye.

Ne tenê ji bo tepisandina serhildana Şêx Berzencî, her wiha di navbera salên 1937-1938’an di Qirkirina Dêrsimê de ku yek ji êşên herî giran ên gelê kurd e, gaza kîmyewî bû çeka sereke ya artêşa tirk.

Piştî salan derket holê hikûmeta tirk ji Naziyên Almanyayê 10 ton Chloracetophenon û Îperît hwd. gaza jehrî kiriye. Li gorî belgeya 7’ê tebaxa 1937’an ku ku mohra Mûstafa Kemal û wezîrên wî yên pêwendîdar li binî bû, dewleta tirk ji bo gazê bi kar bîne, sala 1937’an ji DYE’yê balafirên şer ên bi modela Marten kirî.

Dewleta Iraqê jî ji destpêka salên 1960’î ve ji bo tepisandina şoreşa başûrê Kurdistanê çek û gazên kîmyewî bi kar anî. Celal Talabanî yê bi pêşengiya Mûstafa Barzanî ya tevgera kurd e, Gulana 1965’an li paytexta Îngilistan Londonê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku rejîma Bexdayê li dijî kurdan gaza bi jehr bi kar aniye lê belê ne rêveberiya îngiliz a wê demê ne jî civata navneteweyî li ber vî sûcî dengê xwe nekir.

Di 16’ê Adara 1988’an saet derdora 11:00 bombeyên li bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hatin barandin, herî kêm 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Ew gazên ku xwezayê wêran kir li febrîqeya bajarê Samarra ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi teknolojiya welatên rojavayî hatin çêkirin. Berî 4 salan New York Tîmesê diyar kiribû ku Bexda bi alîkariya fîrmayên Almanyayê çekên kîmyewî bikar tîne.

Rêjeya bikaranîna gaza jehrî ya li Helebçeyê ji sedî 52 para fîrmayên alman têde heye. Ev sûc sala 1990’î kete rojeva Almanyayê lê belê hikûmeta Helmût Kohl a wê demê li pişt bazirganên çekan sekinî û ev skandal nixumand.

Bi pêşengiya PKK’ê 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîna çekdarî destpê kir. Belgeya destpêkê ya bikaranîna gaza jehrî ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve di nava salên 1980’î de aşkera bû. Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk 25’ê Sibata 1986’an ferman da ku ‘Eger pêwîstî pê hebe bombeya ku çavê mirovan dişewitîne û dibe sedema verişînê bê bikaranîn’ û tunel bi ‘gaza bi jehr’ bên dagirtin.

Ev belgeya di hejmara 23’ê Tîrmeha 1989’an de li kovara ‘Îkîbîne Dogrû’ bi îmzeya Orgeneral Necdet Oztosûn hatibû weşandin. Piştî bêdengiya bi salan, sala 2010’an mijar kete rojeva hikûmeta alman. Wezareta Karên Derve ya alman Çileya 2011’an tenê daxuyaniyek da û got ku ew lêkolîn dikin bê fermaneke wiha heye yan na lê belê tu encam jê derneket.

Sala 2004’an li TRT’ê dokûmanterek bi navê ‘Yekîneya antî terorê’ hat weşandin û leşkerên tirk bombeya çavan dişewitîne diceribîne. Di dîmenan de leşker gaza jehrî diavaje şikeftê û dûyê zer jê bilind dibe.

Sala 1999’an de aşkera bû ku artêşa tirk li ser gerîlayan çeka kîmyewî bikar aniye. 11’ê Gulana 1999’an li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê hatin qetilkirin. Sala 2011’an li Roj TV dîmenên kîmyayê weşand, di dîmen de gotinên; ‘Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, mîna qehremanan dikevin hundir… Tevî ku me rojekê navber dane, bandora gazê hîn jî dewam dike.’ tê bihîstin.

Partia Demokrat Sosyal (PDS) sala 1999’an û Partiya Çep jî sala 2011’an komkujiya li Ballikayayê xiste rojeva Meclisa Federal a Alman. Ji ber ku berpirsyariya Almanyayê jî di vê komkujiyê de hebû.  Parçeyên bombeyan ên li qada şer ji aliyê Heyva Sor ve hatibûn komkirin, radestî nûçegihanê televîzyoneke alman hatibû kirin. Li Tiba Edlî ya Zanîngeha Munchenê jî hat tespîtkirin ku ev parçeyên bombeyê xwedî şopa gaza CS a qedexekirî ne. Ev bombeya bi tîpa RP707 a şîrketa alman Bûck&Depyfag e û ji sala 1995’an ve ji Tirkiyeyê re tên firotin.

Îlona 2009’an li nêzî navçeya Çelê ya Colemêrgê, 8 gerîlayên HPG’ê li şikeftekê de bi gaza jehrî hatibûn qetilkirin. Şahidan diyarkiribû ku bi gaza jehrê hatine qetilkirin. Almanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xist. Di encama lêkolîn û rapora doxtoran ya 20’ê Tîrmeha 2010’an de ev tespît kirin ku bandora çekên kîmyawî li ser bedena qurbaniyan heye.

Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Tiyarê di şer de 36 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Belge û agahiyên cidî li nava raya giştî belav bûn ku nîşan didan artêşa tirk çeka kîmyewî bi kar aniye. Gerîlayekî ku bi saxî ji şer rizgar bû digot ku piştî teqînê dûyekî bi bêhna fîkî li derdorê belav bû.

Di sala 2018’an de li Efrînê artêşa tirk çeka kîmyewî û gaza fisfor a qedexe bikaranî. Di vê êrîşê de herî zêde hewara zarokê bi navê Mihemed ê rojavayî bala cîhanê tev kişandibû. Ji şopên li ser bedena qûrbaniyan hat piştrastkirin ku gaza qedexe hatiye bikaranîn.

Dîsa di rojên îro de artêşa tirk piştî dagirkeriya 23’yê Nîsana îsal li qada Zendûra, Mamreşo li ber berxwedana gerîla şikest û gaza jehrî bikaranî û 10 gerîla şehîd bû. Ev yek ji aliyê Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan ve hat aşkerakirin û hat xwestin ku heyetek serbixwe lêkolîn bike. Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya meha Tebaxê heta Tîrmehê de aşkera kir ku 157 carî bi çekên kîmyew êrîş kirin, 6 gerîlayên wan bi çekên kîmyewî hatine şehîdkirin. Herî dawî dîsa aşkera kir ku bênavber dewleta tirk li dijî gerîla li tûnelên şer gaza jehrî û çekên qedexekirî bikar tîne.

Her diçe em nêzî dawîbûna peymana Lozanê ya 1920’î dibin ku qira kurdan anî, dibin. Dema mirov li tabloya jor dinêre, çek ji welatên Ewropa û navneteweyî tê kirîn û li ser fermana wan li ser kurdan tê bikaranîn. Bi kurt û kurmancî dixwazin qira kurdan bînin. Hemû jî şirîkin ji bo wê çav û guhê xwe lê digirin. Ev teblo têrê dike ku her tiştî raxe ber çavan.

Bi hedefkirina tevger û partiyên kurdî di esasê de kurdan bê rêber û pêşeng bihêle û temamî qira wan bîne ye. Eger ku heta îro gelê kurd hebûna xwe didomîne û têkoşîna hebûn dike, bi saya tevgerê kurdî ye. Di dîroka nêzîk de jî ku PKK pêşengtiya hemû tevgerên kurdî dike, dixwazin kurdan hem fîzîkî û hem jî erdnîgarî tune bike.

Di serî de gelê kurd, dostên wê û hemû hêzên demokratîk divê êdî vê rastiya heyî bibîne û cih li gel kurdan bigire, li ber dagirkeriya tirk a qirker-mêtinger rabe. Di şexsê civaka kurd de, ya rast çand, wijdan û exlaqê mirovahiya pêşverû tê qetilkirin. Divê mirovahiya pêşverû û xwedî wijdan çawa li ber êrîşên li ser civakên din tê bikaraîn, xwedî helwest e, divê ji bo kurdan jî xwedî heman helwest û nêzîkatiyê bin.

Yên çav, guh, mejî û wijdan hebe, dê bibîne ku rastiya dijmin a li ser gelê kurd tê kirin çi ye.”