26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Tehranê ciwanek hat qetilkirin

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 22’ê Îlonê li Girtîgeha Feşfuyeyê ya Tehranê ciwan Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî yê ji herêma Sîrwanê ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi îşkenceyê hat kuştin.

Xizmên ciwanê ku hat qetilkirin doh li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiyan û ji rayedarên rejîmê xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Yek ji xizmên Emîr Hisên li ser mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayita bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de lê hatiye birîn hat girtin û ew şandin Girtîgeha Feşfuyeyê.

Hate ragihandin ku Emîr Hisên herî dawî 21’ê Îlonê bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivî û jê re got ku li girtîgehê îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û wê wî bibin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku malbat piştre çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.

Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiyan, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.