Pêncşem, December 2, 2021

Em ji ‘Zarok azariya modern re dibêjin na’

Xecê Rêdûr

Destpêka her gotineke zarokan peyva “wêneyên me belav nekin” e.

Ez weke çalakvana mafê zarokan, ji kesên ku berpirsyarên xêrxaneyan an jî kesên ku ne berpirsyarên wê saziyê ne dipirsim. Ew kesên ku alîkariya zarok û malbata wan dikin, çima wêneyên zarokan dikişînin û parve dikin.? Gelo wêneyên ku di dema alîkariyê dikin de dikişînin û parve  dikin, bi destûra zarok û malbatên wan in? Çi bersiva wan a ji bo siberoja jiyana zarokan heye. Gelo bi destûr û hezkirina wan zarokan e ku jiyana wan a zarokatiyê û siberoja wan tê îstîsmarkirin? Gelo bersiva wan saziyan ji bo zarokan çi ye?

Ew kesên ku wan çalakiyan dikin bi piranî kêm an zêde li her çar aliyan analîz dikim û dişopînim. Lê îro ne tenê ez, em hemû şahid û temaşevanên vê yekê ne. Her wisa çavên me ji wê tirajediyê re hatiye girtin. Em xwe dikin marê mirî, îro eynî wekî avek sar fir bikin, wisa wêneyên zarokan belav dikin. Li ser medyayê zarok ew bertekên ku li hember nediyariyê nîşan didin û rewşa hejariyê ya malbatên wan, bêyî ku destûrek ji wan bê girtin, wêneyên wan parve dikin. Beyî ku li aliyê ruhî û derûnî binêrin jiyana wan a xususî bi wêneyan parve dikin.

Em bi tirajediyek herî bi jan re rû bir û ne. Zarokên ku bi vê trajediyê re rû bi rû dimînin hêza wan têr nake ku biryar bigirin. Ji ber ku hêza wan a bibêjin “NA” tune ye ew tirajedî tê serê wan.

Heya mafê wê dayikê ku zarok mêjandine û hejandine û bavê zarokan jî tuneye ku wê bêrêziyê li zarokan bikin. Çi bertekên komedî û ne ji rêzê bin jî divê wêne û vîdeyo zarokan bêyî destûra zarokan neyên kişandin û neyên parvekirin. Çimkî ew tiştekî ku bêdestûr û hezkirina zarokan be û bêyî biryara wan be, mafê tu kesan tune ye ku vê tirajediya jiyana wan di medyayê de belav bike.

Gelo bi belavkirina wan wêne û vîdeoyan, hûn dixwazin çi peyamê bidin zarokan?

Ev wêne û video ne dibe sedema perwerdeya ziman, ne jî dibe sedem ku jiyana wan rizgar bike. Ne dibe sedema guhertinek taybet a siberoja jiyana wan û ne jî wan azad dike. Tenê hejarî û bêçaretiya wan belav dikin.

Ew wêneyên wan zarokan ne bûkikên di vîtrînê de nin. Gelo ew kesên ku wan wêne û vîdeoyan parve dikin di aliyê exlaqî, mirovahî û mafî de çiqas ceraset dikin.

Çiqasî dikarin bi dilek paqij û armancek mezin, bêyî ku xeyalên wan ên nazik û hesas birîndar bikin xizmetê bikin? Çiqas dikarin bêyî ku ew fêm bike, biêşe, biqehire ku alîkarî ji aliyê kesên din ve ji wan û malbata wan re hatiye kirin xizmetê bike? Çiqas dikarin bêyî ku ew pê bihese xwedî malbatek hejar in xizmetê bike. Çiqas dikarin bêyî ku serê wan di nava heval û hogiran de xwar nebe û bêyî bi wê yekê mezin bibin xizmetê bike. Bêyî alîyeke dilê wan hertim li şûna hezkirinê nefret û acizî zêde nebe alîkariyê bikin? Gelo hûn ê bikaribin xwediyê wî dilî bin ku ew zarok pê nehese ku pêdiviya dê û bavên wan bi derve heye?

Li gor we çiqas rast e? Bi kîjan armancê ew ê her tim bi wê tirsê mezin bibin? Divê kesek wêneyên wan nebîne û sûçê wan bêgunehan tune ye. Lê ew kesên alîkariyê dikin wêneyan dikişînin û li ser medya dijîtal parve dikin. Ew wêne li ser medyaya dijîtal tijî ne û li ber destê herkesî henin!

Hinek ji bo reklam û berjewendiyên xwe yên kesane wî karî dikin. Hinek jî ji bo bi hemwelatiyan bidin famkirin ku hevkariya maddî bidin wan… Lê dema vê yekê dikin jî hemû hebûn û nasnameya wan zarokan dikin wêne û belav dikin. An jî dema li malan digerin û alîkariyê dikin, wêneyên zarokan dixin destê xwe û nîşanî herkesî didin… Helbet saziya ku cihê baweriyê ye û hatiye îsbatkirin ku durust e, dikarin hevkariyê bidin. Bêyî ku wêneyek an bertekek bê nîşandan.

Em nebin sedem ku zarok ji zarokatiya xwe nefret bike. Mafê me ew e ku kiriyarên me bibin sedema ku zarok lezetê ji jiyanê bigirin. Divê em jiyanê li wan nekin taristan. Divê em îxanetê li cîhana wan a rengîn û paqij nekin. Divê em ruh û derûniya wan nas bikin. Bizanin ew kî ne. Dûre bifikirin ku hûn wan rizgar dikin. Divê hûn bandora neyînî pêşkêşî jiyana wan nekin.

Ez kişandin û belavkirina wêneyan li gor exlaq û maf nabînim. Eger ez rastî wan cûreyên wêne û vîdeyoyan hatim, ez ê wan kesan bi tundî şermezar bikim. Her kes divê di çarçoveya zagonê de xebatên xwe bike. Mafê tu kesan tuneye ku heya wê astê bi jiyana wan bilîze. Ma çi gunehê wan heye ku em wan zexta mezin li ser mile wan ragirin?

Di qanûnê de bê destûra merivekî wêneyên wî li tu derekî nayê bikaranîn. Di yasaya Tirkiyeyê de meriv mafê wî heye ku wêneyên wî yên zarokatiyê ji malperên curbicur bide rakirin. Û her wisa.

Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (20 Mijdar 1989)

Xal 12: “Berpirsiyariya her kesî heye ku li zarokan guhdarî bike, fikir û ramanên wan bielime û rêzê li wan bigire.”

Xal 13: “Mafê her zarokî/ê heye ku hizir u hestên xwe vebêje.

Xal 17: “Dewlet zarokan ji zirarên navgînên ragihandinê diparêze.”

Her wisa

Em ji “Zarok azariya modern re dibêjin na “