27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşiya Epîlepsiyê

Fzt. Mustafa Onal

Epîlepsî (fê, edr), nexweşiyeke mêjî ye. Ev nexweşî mirovan bê hiş dixe. Bi talerz û pêgiriyan li ser jiyana nexweşan bi bandor e. (Pêgirî, rewşên ji ber nexweşiyan yan jî fîzyolojiya mirov çêdibin. Di epîlepsiyê de pêgirî, pir caran bi ta û lerzê ve derdikeve. Pêgirî di nav gel de wekî [nobet]ê; talerz jî wekî [hewale]yê tê zanîn.)
Epîlepsî, pir caran di dema pêgirî û talerzê de kefê bi ser devê nexweşan dixe.
Di nav lebatên mirov de rêveber mêjî ye. Mêjî, bi rêya rehikên li her derê laş belav bûne agahiyan digire, van agahiyan dinirxîne û li gor vê nirxandinê fermanên xwe bi rêya rehikan digihîne her derê laş. Em mînakekê bidin. Dema em çav marekî bikevin, rehikên me yên di vî warî de peywirdar bi agahiyan mêjî hişyar dikin. Piştî nirxandina li mêjî çalakî derdikevin holê. An em ê li mar bidin an jî em ê birevin. Mirovên bitendirust bi vî awayî tevdigerin. Ji ber ku dizanin rewşa tê de xeternak e û divê bertekekê nîşan bidin. Ev ragihandina di navbera mêjî, rehik û laş de bi rêya elektrîkê pêk tê.

Hemû şaneyên mêjî bi rêya elektrîkê ji hev haydar dibin. Bi kurtasî bi saya aheng û pîvaneke bêhempa em tev digerin. Lê carina ev ahengî û pîvan têk diçe. Birêkûpêkiya elektrîkê têk diçe. Elektrîk xwe bi xwe û zêde belav dibe. Piştî vê rûxandinê pêgirî, ta, lerz, bêhişketin xwe didin der. Ev rewş bibe domdar wekî nexweşiya epîlepsiyê tê pênasekirin.
Gelek cureyên epîlepsiyê hene. Ji ber vê yekê sedemên epîlepsiyê jî pir in lê kîjan sedem dibe sedema kîjan cureya epîlepsiyê ne misoger e. Em dikarin hinek sedeman wisa rêz bikin:
•Sedemên zikmakî: Pirsgirêkên kromozoman, nexweşiyên jînkarî (metabolîkî), nebûn an jî kêmbûna hinek enzîman.
Ji ber ku li vir navên kromozom, metabolîk, enzîmê derbas dibin, em dikarin bi kurtasî wan jî rave bikin.

Kromozom: Hilgirên taybetî û nîşanên mirovan in. Hemû taybetiyên zikmakî pêk tînin. Taybetiyên dê û bav derbasî zarokan dikin.
Metabolîk: Jînkar. Hemû bertekên kîmyasal ên bi jiyanê re pêwendîdar in.
Enzîm: Proteîn e. Di şaneyan de tên hilberandin. Katalîzor e ango bizav, bertek û çalakiyan bi lez dikin.

•Girêkên di mejî de derdikevin
•Menenjît (kulbûna mêjî)
•Çixare, vexwarinên serxweşker, tiştên bêhişker
•Trawma (piştî rûdanên xeternak êşandina mêjî)
•Ji carekê zêdetir pêkhatina talerzê

Epîlepsî, gelek cure ne. Hinek bixweber derbas dibin, hinek hewceyî dermanan nakin, hinek jî giran in. Lê cureya epîlepsiyê çi be jî divê ev nexweşî di bin çavdêriya bijîşk de be. Divê malbat pêşniyarên bijîşk bi rêk û pêk bînin cih.
Heta vir em di der barê epîlepsiyê de hinekî serwext bûn. Lê ka di dema talerzê de, di dema pêgiriyê de ango di dema nobetê/hewaleyê de em dikarin çi bikin û divê em çi nekin? Fermo em bi hev re hîn bibin.

•Berî her tiştî divê derdora nexweş vala be. Alavên xeternak li derdorê hebin divê bên dûrxistin û divê mirov li dora nexweş berhev nebin ku bêhna nexweş derkeve.
• Divê em nexweş bizivirînin ser kêlekê û tiştekî nerm (balîf û hwd.) têxin bin serî.
•Divê em devê nexweş vekirî bihêlin ku zimanê nexweş neçe paş û hilma nexweş neçikîne lê divê em tiliyên xwe yan jî tiştekî din nexin dev. Di dema talerzê de laşê nexweş bi dijwarî dişide. Dema em tiliya xwe bikin dev ji bo ku vekirî bimîne dibe ku tiliya me yan jî diranên nexweş bişikên.
•Divê em kincên nexweş sist bikin ku hilma nexweş neçike.
•Xwarin di dev de hebe divê em derxînin.
•Berê pîvaz didan ber devê nexweşan, kolonya û av li wan dikirin, li wan didan ji bo ku bên ser hişên xwe lê tevgerên wiha xeternak in. Jixwe dema talerzê heye. Heta ew dem biqede armanca me domandina danûstandina hilmê ye.
•Ji dermanên bijîşk dane pêve tu dermanan bi kar neynin.
•Epîlepsî, ne nexweşiyeke dînbûnê ye. Ez li gelek cihan lê rast hatime gelek malbat wekî ev nexweş dîn bûne tevdigerin. Dibêjin cin hatine dorê, ji ber vê xwe winda dikin, dîn dibin. Dikevin rêya mela û şêxan ji bo ku niviştekê çêbikin. Tevgerên bi vî awayî pûç û betal in. Li derdora we jî mirovên wiha hebin wan hişyar bikin ku epîlepsîbûn ne dînbûn e.
•Serî li bijîşkên norolojiyê bidin. Li gorî daxwaz û pêşniyarên bijîşk nêzî nexweşan bibin.