26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nirxandinek der barê serdana MSD ya Rûsyayê de

Şîrovekarê siyasî Hisên Omer der barê pirsa ‘Hevdîtina heyetên Rûsya û DYA’yê beriya hevdîtina bi heyeta MSD re tê çi wateyê?’ nirxandin kir û wiha got: “Wekî tê zanîn her dem heyetên Rûsya û Amerîkayê li hev rûdinin. Ev tiştekî rotîn e. Dem bi dem hevdîtinên wiha tên kirin. Ev hêzên mezin ên cîhanê ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê li ser maseyên wan tên nîqaşkirin. Pirsgirêkên welatên Ewropa, Asyayê û gelek pirskên din li ser maseyên wan hene. Lê em wekî gelê Sûriyeyê an jî gelê Rojava hêvî dikin ku bêtir pirsgirêkên me li ser wê maseyê cih bigirin. “

Omer, da zanîn ku hevdîtina endamên ewlekariya netewî ya herdu welatan ji ber karên wan girînge û bêtir jî karê wan bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û wiha axivî: “Bi taybetî birêz Brett McGurk wekî tê zanîn berê jî roleke girîng lîstibû. Sempatiya wî ya ji bo şervanên kurd jî tê zanîn. Lewre jî hêviyên mirov hene ku dê der barê hermêma Xweseriya Demokratîk de hin daxwazan ji hempîşeyê xwe yê rûsî bike.”

Omer, bal kiyand ser lihevkirina aliyan û wiha berdewam kir: “Dibe ku lihevkirinek di navbera herdu aliyan de çêbibe. Ji ber ku êdî rûs jî hinekî ji hebûna Îranê ya li Sûriyeyê aciz in. Herdu alî metirsiyên Israîlê yên der barê hebûna Îranê ya li Sûriyeyê li ber çavan digirin. Rûsyayê dema behsa hêzên biyanî yên li Sûriyeyê dike, ew bêtir behsa hêzên Îran û Tirkiyeyê dike. Ji ber ku Rûsya dizane ku hebûna Amerîkayê li wir ne mayinde ye. Lê ji bo Tirkiyeyê ne wiha ye. Stratîjiyeke wan heye ku parçeyekî ji axa Sûriyeyê di bin destê xwe de bihêle. Lê Rûsya bi xwe bûye alîkar ku tirk hin parçeyan bixin bin destê xwe. Wekî Efrîn, Serkaniyê û Girê Spî. Rûsyayê rê da ku Tirkiye wan çeteyan ji derdora Şamê, Humsê û Hemayê berhev bike û li wan deverên dagirkirî bicih bikin. Lê niha bi her halî rewşa li Sûriyeyê ji her demê bêtir guncav e ku lihevkirinek di navbera DYA û Rûsyayê de çêbibe. Dibe hin tişt niha zelal xuya nekin. Lê tê gotin ku berî niha li ser meseleya Afganistanê jî lihevkirinek di navbera DYA û Rûsyayê de çêbûye.

Lê di çarçoveya van gavên erênî ên wek serdana heyeta MSD û hevdîtinên bi rayedarên wî welatî re dê gavên êrînî û aramiyê bîne herêmê.”

Serdana Esed ya Moskovayê

Beriya wê hevdîtinê Beşar Esed jî serdana Rûsyayê kir, gelo ev serdana ji nişkan ve çawa pêk hat? Omer der barê vê mijarê de jî wiha got: “Ez ne bawerim ku ev hevdîtin ji nişkan ve an jî li ser daxwaza Esed pêk hatibe. Lê ew ji demeke dirêj ve hatiye amadekirin û piştî ji nû ve hilbijartina Esed amadekariyên wê hatine kirin.”

Beralîkirina rola Îranê

Der barê beralîkirina rola Îranê de jî Omer wiha axivî:“Wekî tê zanîn bandora îraniyan li ser rejîma Esed di hundir saziyên dewletê de gelekî xurt e. Lewre jî dibe ku serokê Rûsyayê Putîn baweriyek dabe Beşar Esed ku ew dê li pişta wî bin.  Wekî ku jê re bêjin ji Îranê netirse em li pişta te ne û divê tu zilamên wan ji nava saziyên dewletê derxînî da ku em rê li ber îraniyan bigirin.

Ji bo ku vê yekê bi Beşar bide zanîn ku dê heta dawî piştgiriya wî bikin, di hevdîtinê de Pûtîn jê re gotibû, ‘Tu pêşeroja Sûriyeyê yî’. Bi gotineke din xwestiye ji Beşar re bêje kê çi bike emê nehêlin ku desthilatî ji destê te derkeve û tuyê 7 salên din jî serokê Sûriyeyê bî.”

Omer encama van serdan û hevdîtinan jî nirxand û wiha berdewam kir: “Ev jî dide xuyakirin ku piştgiriyeke mezin dê di hevdîtinên Cenewreyê de jî bidin rejîmê da ku bandora îraniyan kêm bikin. Lihevhatinên dawî ên li Derayê jî nîşaneyên vê yekê ne. Di lihevhatinên li Derayê di navbera rejîmê û muxalifan de Rûsyayê rê neda ku tu roleke Îranê û Hizbulaha Libnanê di van lihevkirinan de çêbibe û piştgiriya Esed kir ku bi serê xwe van lihevkirinan pêk bîne.”

Di vê dema dawî de êdî Amerîkayê jî nema behsa guhertina rejîma Beşar Esed dikin lê bêtir ew dixwazin ku hin tevgerên xwe biguherîne. Lewre jî dem hatiye ku ew û Rûsyayê bi hevre li ser çareseriyekê lihev bikin.  Ev guhertin dê bi xwe re ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî guhertinên girîng bîne.

Li gorî min tiştê herî girîng ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê tifaqekê bi Rûsyayê re bikin. Divê karibin bigihîjin nêrîneke hevbeş bi rûsan re. Ji ber ku pêşeroja Sûriyeyê di destê rûsan de ye. Ne di destê amerîkiyan de ye. Amerîkî li wir mêvanin. Tirk wê mecbûr bibin ku derkevin. Îranî jî dê bi rengekî werin derxistin. Tenê yê ku dê bimînin rûsin. Lewre jî pêşeroj di destê rûsan de ye.

Dan û standinên bi Rûsyayê re gelekî girîng in. Li gorî baweriya min wê bi vê serdanê bingeheke xurt were avakirin. Divê em wê yekê bizanin ku di bingeha xwe de rûs bi xwe ne li dijî xweseriya demokratîk in. Ne li hember kurdan in. Ji ber ew alîgirên rejîmê ne û hin berjewendiyên wan bi tirkan re hebûn. Ji ber vê yekê car caran rêveberiya xweser rexne dikirin. Lê ne gihaye asta ku dijminahiya wê bikin.

Ez bawer dikim heke ku Xweseriya Demokratîk û Rûsyayê bi hevre li ser çareseriyekê  li hev kirin dê Amerîka jî ne li dijî wê lihevkirinê be.”