spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran Stenbolî beşdarî kongreya HDP’ê bûn

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê bi dirûşmeya “Dem dema HDP’ê ye” dest bi 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî kir. Jin zarok, kal, pîr jî di nav de bi deh hazaran kes beşdarî kongreyê bûn. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê tê lidarxistin. Tevî ku polîsan li der û dora eywana kongreyê bend danîne jî bi hezaran welatî astengiyên polîsan derbas dikin û derbasî salonê dibin. Beşdarên kongreyê li eywana kongreyê pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Jin di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in”, “Ne ji bo rejîma qeyûm ji bo îradeya gel li Stenbolê dema HDP’ê ye” û “Ji bo azadî û wekehviya jinan li Stenbolê dema HDP’ê ye” daliqandin. Salon bi reng û alên HDP’ê hatiye xemilandin.

Girseya derbasî eywanê bû, ji bîranîna Garîbe Gezer dirûşman berz dikin. Ciwanên ku ketin eywanê li ber stranan ketin govendê û dirûşmeya “Garîbe Gezer nemir e” berz kirin.

Kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û bi axaftinan didome. Dê Koma Ma Muzîkê û Bajar konserê bidin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê di kongreyê de axaftinê bike.

Piştî axaftin û hilbijartinê rêxistina HDP’ê hevserokên xwe hilbijart. Di hilbijartinê de Îlknur Birol û Ferhat Encu hatin bijartin û bûn Hevserokên HDP’ê ya Stenbolê yên nû.