26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran jin li Amed, Êlih, Stenbol, Mêrdîn û Mexmûrê meşiyan: Dem dema azadiya jinê ye

Bi hezaran jin di pêşengiya TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Platforma Jinan a Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, li Amed, Êlih, Mêrdîn, Enqere, Mexmûr û Stenbol û gelek navendên din meşên girseyî li dar xistin. Jinan di meşê de pankarta “Dem dema azadiya jinê ye” vekirin.

Amed

Li Amedê bi hezaran jin bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, di pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) de li Çerxerêya Dunya ya Peyasa Amedê kom bûn û heta Parka  Roboskî (Rojava) meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Dem dema azadiye jinê ye” vekirin û dowîzên “Em naxwazin bêne kuştin”, “Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin” û “Li ber kujera seri hilde” bilind kirin. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan azadî”, “Em li dijî xizaniye îsyan dikin” û “Bijî berxwedana jinan”, “Ne ji şer re, ji jinan re butçe” berz kirin.

Di meşê de hevseroka gişti ya DBP’ê Saliha Aydeniz, Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun û cîgira hevseroka ESP’ê Beycan Taşkiran û di navde bi hezaran jin kom bûn û meşiyan.

Stenbol

Li Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan a Stenbolê de bi heman armancê bi hezaran jin li Tunela Taksîmê kom bûn û meşiyan Kolana Îstîklalê. Jinan di meşê de pankarta “Li dijî tundiya mêr û dewletê îsyana me bi dawî nebûye. Mezin dibe. Em ji bo jiyana xwe têdikoşin” meşiyan kolana Îstiklalê. Jinan li gel hemû astengiyên polîsan meşa xwe berdewam kirin. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Em şevan, kolanan û qadan terk nakin”, “Jin êdî bêdeng nabin” û “Denîz Poyraz nemir e” berz kirin.

Êlih

Bi sedan jin bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, li Êlihe meşek girseyî li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay , Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek jin tevlil meşê bûn. Jinên ku li parka Yilmaz Guneyê li hev kom bûn demek dirêj di bin dorpêça polîsan de man. Lê jinan tawîz nedan û bi pankarta “Li hemberê tundî, şer, xizanî û tundiya mêr-dewletê, dem dema azadiya jinê ye”, “ Jin jiyan azadî” vekirin û ji parka Yilmaz Guney, heta avahiya HDP’ê ya Bajêr a Êlihê meşiyan. Jinan li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û destnîşan kir ku li herêmê li dijî jinên kurd sîyasetek qirêj tê meşandin û wiha got: “Tundiya li dijî jinan pirsgirêka hemû jinên cîhanê ye. Lê bila baş bê zanîn ku em jin li hemberî van sîyasetên qirêj serî natewînin û em ê li ber xwe didin.”  Piştî daxuyaniyê bernameya jinan bi govend û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.

Enqere

Platforma Jinan a Enqereyê jî heman armancê civîyan. Jin li Qada Sakaryayê hatin cem hev. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, rêveberên ÎHD, DÎSK, KESK, Tora Parastina Jinê, Navendên Civakî, Kovara Karala û gelek jin beşdarê çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Li dijî xizanî, tundiya dewletê bi hev re têbikoşin” vekirin. Li aliyê din dowîzên “Keda jinê nayê dîtin dengê xwe bilind bike”, “Em kurd in, trans in, feqîr in, em ê bi hev re bi ser bikevin”, “Jin jiyan azadî”, “Kujerê tecawizkare Hasan Bilgili, Ûmîtcan Uygun”, “Veger tune”, “Kuştina jinan polîtîke”, “Xweparastin mafek e”, “Em ê li kolanan bi ser kevin û em ê kolanan biparêzin” û “Li dijî faşîzmê berxwedan” hildan. Jinan dirûşmeyên “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Peymana Stenbolê ya me ye” û “Edaleta rast, ne edaleta mêr” berzkirin.

Mexmûr

Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê jî bi vê minasebetê bi pêşengiya jinan meşeke girseyî hat li darxistin, meş ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber Navenda çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir. Li ber deriyê navendê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Endama kordînasyona Meclisa Îştar Bêrîvan Kaya daxuyani da.

Bêrîvan Kaya bal kişand ser tekoşîna jinên cîhanê ya li hember tundiyê û wiha axivî: ‘’Em jî weke rêveberiya Meclisa Îştar û hemû gelê warheha Şehîd Rustem Cudî vê roja bi wate ku tundiya li ser jin-civakê tê şemezarkirin, bi hemû hêvî û îradeya xwe vê tekoşînê silav dikin û pîroz dikin. Em niha dibînin ku bi taybet li her çar aliyên cîhanê tekoşîn û pêşengiyek mezin ya jinên Kurd tê raberkirin. Ev têkoşîn jî bu nimuneyek herî zindî ji bo hemû jinên cîhanê.’’

Meşa girseyî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Mêrdîn

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi heman armancê li Mêrdînê meşekê li dar xistin. Meş ber bi gundê Xirbê Mirîşka yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ku Denîz Poyraz a li Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin lê ji dayik bûbû hat lidarxistin. Gelek jin tevlî meşê bûn. Jin li têketina gund li hev civiyan û ber bi gund ve meş li dar xistin. Jinan, di meşê de wêneyên Denîz Poyraz, Gulistan Dokû, Îpek Er, Garîbe Gezer a girtî û dovîzên ku bi wan balê kişandin ser têkoşîna xwe hilgirtin. Jinan di meşê de pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê Dema Azadiyê” vekirin û dûrişmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” , “Denîz Poyraz nemir e” û “Şehîd namirin” berz kirin. Meş li nav gund bi dawî bû û Xizmên Denîz Poyraz jî tevlî meşa bûn.